Di bûyerên li Hums, Laziqiye û Dêrazorê de 3 kes hatin kuştin

Li Hums, Laziqiye û Dêrazorê di encama êriş û pevçûnan 3 kes hatin kuştin û çend kesên din birîndar bûn.

Di bûyerên li Hums, Laziqiye û Dêrazorê de 3 kes hatin kuştin
21 mijdar, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li ser rêya gundên Şetay û Ebû Dalî yê gundewarê rojhilatê Humsê gule li erebeyê reşandin, di encamê de ji kesên di erebeyê de Elî Menhel El Elî (25) jiyana xwe ji dest da û dê û bavî wê birîndar bûn. Kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Li gorî çavkaniyên xwecih, bav di bin çavdêriya awarte de ye û dê jî ji milê xwe ve birîndar bûye. Nasnameya êrişkaran û sedemên êrişên hîna nehatin zanîn.

Li herêma Remil Şemalî ya bajarê Laziqiyê jî cenazeyê kesekî 40 salî li mala wî hate dîtin. Li gorî agahiyên destpêkê ew kes hatiye xeniqandin. Der barê bûyerê de lêkolîn dewam dike.

Li gundê Kemşê yê navçeya Sebîxanê yê rojhilatê Dêrazorê duh di navbera du malbatan de pevçûn derket, di pevçûnê de 4 kes birîndar bibûn. Piştre birîndarek jiyana xwe ji dest da.

(bb)