Partiya Yekitiya Suryanî: Vegera koçberan mafekî xwezayî ye ku nayê berdane

Partiya Yekitiya Suryanî diyar kir ku vegera koçberan bo malên xwe mafekî xwezayî ye ku nayê berdan an astengkirin û ji hemû aliyan xwest ku rêzê li vî mafî bigirin.

Partiya Yekitiya Suryanî: Vegera koçberan mafekî xwezayî ye ku nayê berdane
11 tebax, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî der barê êrişa duh li dijî karwanê koçberên Serêkaniyê hat kirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Vegera koçberan bo malên xwe mafekî xwezayî ye ku nayê berdan an astengkirin. Ev maf divê bê cudakarî ji bo hemû xelkên herêmê pêk were.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Vegera koçberên Serêkaniyê, di çarçoveya têgihîştin û peymana heyî ya bi hikûmeta Sûriyeyê re û garantiyên wê de, divê ji aliyê hemû aliyan ve were rêzgirtin û piştgirîkirin. Êriş û lêdanên ku li ser karwanê vegerê hatine kirin nayên qebûlkirin û xizmeta berjewendiyên kesî nakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kiryarên bi vî rengî tenê aloziyan zêde dikin û atmosferek nerazîbûn û nakokiyê di navbera xelkê herêmê de diafirînin, ku dibe ku bibe sedema kiryarên tolhildanê ku em hemû wê tiştên naxwazin.

Partiya Yekitiya Suryanî bang li hikumeta Sûriyeyê û hemû alî hêz û dezgehên peywendîdar ên herêmî kir ku berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe, ewlehî û parastina kesên vegeriyayî garantî bikin, rêzê li peyman û biryarên hatine girtin bigirin û ji bo misogerkirina vegera ewle û birûmet a hemû kesên koçber bo malên xwe bixebitin.

(k)

ANHA