Li peravên Lîbyayê êriş

Hêzên Lîbyayê li beramberî peravên bajarê Binxazî yê rojhilatê Lîbyayê zêdetirî 12 keştiyên bêmirov ên deryayî asteng kirin.

Li peravên Lîbyayê êriş
22 mijdar, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çakvaniyên leşkerî yên Lîbyayî ji Reuters’ê re gotine, keştiyeke bi ala Maltayê li beramber peravên Binexazî yê rojhilatê Lîbyayê bi dronekê hat hedefkirin. Ev êriş, piştî çend saetan ji êrişa li dijî keştiyeke Rûsyayê ku li hundir baregeheke deryayî ya bajêr rawestiya bû, pêk hat.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên deryayî û hewayî yên Lîbyayê vê êvarê li beramber pereavên Binxazî bersiv da zêdetirî 12 keştiyên bêmirov ên deryayî. Heta niha xwezaya zerarên bi keştiya bazirganiyê bûye yan jî di êrişê de birîndarî çêbûn an na diyar nebûye.

Çavkaniyên Lîbyayê gotibûn, êrişa li dijî keştiya Rûsyayê ya li hundirê baregeha Binxazî ya Deryayî bi rêya keştiyên bêmirov ên deryayî pêk hat û hêzên deryayî bersiv da 4 ji wan û zerar pê kirin.

Li gorî çavkaniyan li ser keştiyê di navbera 90 heta 100 leşkerî de hebû û tu agahiyên piştrast ên der barê birîndarî yan jî kuştiyan de peyda nebûn.

(f)