Li Hesekê, Til Temirê û Dirbêsiyê çalakiyên 25`ê Mijdarê

Rêxistinên jin li bajarê Hesekê, Til Temirê û Dirbêsiyê ji bo roja 25`ê Mijdarê çalakî organîze kirin.

22 mijdar, 2026   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jin a Kongra Islama Demokratîk û Kongra Star li bajarê Hesekê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê û Til Temirê çalakî organîze kir û çareserkirina diyardeya tundiya li ser jinan nîqaş kir. 

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Meclisa Jin a Kongra Islama Demokratîk û Kongra Star panel organîze kirin. Di panelê de li ser diyardeya tundiya li ser jinan nirxandin û dê bi çi awayî bê çareserkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama kordînasyona Kongra Star a Hesekê Hêlîn Ehmed axivî û got: "Di bin navê kevneşopiyên berê de tundî li jinan tê kirin û li pêşiya avakirina civaka demokratîk dibe asteng. Kevneşopiyên ku ji nirx, azadî û rûmeta jinan kêm dike ew ne nirxên civakî ne. Ew bi vê yekê li pêşiya pêşketina civakan dibe asteng."

Endama Meclisa Jin a Kongra Islama Demokratîk Xilûd Ebdo jî axivî û got: "Di bin navê dîn de tundî li jinan dikin. Ev yek li dijî dîn e. Di dîn de mafê jinan heye ku bijî, nêrîna xwe vebêje û têkeve navenda biryarê."

Di dawiyê de beşdaran nêrîna xwe anî ziman û daxwaz kir ku wekhevî di navbera jin û mêr de çêbe û edalet hebe.

DIRBÊSIYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan li hola navenda Çand û Huner a bajarê Dirbêsiyê panel organîze kir. Di panelê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Fereh Hesen li ser têkoşîna jinan di Şoreşa Rojava de axivî.

Her wiha di panelê de li ser rewşa jinan ya îro axivîn û gotin hîna tundî li jinan tê kirin û divê tevahiya civakê berpirsyar nêzî çareserkirina diyardeya tundiyê, bibe.

Di dawiyê de sînevizyon li ser têkoşîna jinan hate pêşkêşkirin.

TIL TEMIR

Li Til Temirê jî Yekitiya Jinên Ciwan li Akademiya Civaka Demokratîk çalakî li dar xist. Bi dehan jinên ciwan û nûnerên rêxistinên jin tev lî çalakiyê bûn. Di destpêka çalakiyê de nameya Rêber Abdullah Ocalan sala 2025`an bi boneya 25`ê Mijdarê rêkiribû, ji aliyê endama yekitiyê Behiya Îbrahîm ve hat xwendin.

Di dawiya çalakiyê de sînevizyon li ser têkoşîna jinan û berxwedana wê hat pêşkêşkirin.

(np)

ANHA