Viyan Hesen: Divê di destûrê de zimanê kurdî bi fermî were naskirin

Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen da zanîn ku ew dixwazin zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê bi awayekî fermî were naskirin.

Viyan Hesen: Divê di destûrê de zimanê kurdî bi fermî were naskirin
15 gulan, 2025   05:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO-EBAS XELEF

Gelê Kurd di hemû şert û mercan de, tevî ku dewleteke wan tune bû, parastina zimanê xwe kir. Dewletên dagirkerên Kurdistanê bi hemû rêbazan hewl da Kurd zimanê xwe ji bîr bikin û zimanên din bi kar bînin.  

Li Rojavayê Kurdistanê, bi avabûna Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re di sala 2007’an de, hîmên bingehîn ên fêrkirina zimanê kurdî hatin danîn. Destpêkê bi awayekî komên biçûk û veşartî, SZK’ê xebatên fêrkirina zimanê kurdî li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê dan meşandin, tevî ku hin kadroyên wê ketin zindanên rejîma Baasê jî, lê xebata fêrkirina zimanê dayikê ranewestand.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012’an de, êdî SZK ji çarçoveya fêrkirina bi komên biçûk û bi awayekî dizî derket û ronesansa zimanê kurdî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, destpêkê SZK’ê bi sedan mamosteyên zimanê kurdî gihandin.

Îro jî bi saya xebatên salên destpêkê yên şoreşê, zanîngehên kurdî hatine vekirin û êdî materyalên xwendinê ji refa 1’ê heta 12’an, hemû bûne kurdî. Êdî li Rojavayê Kurdistanê, nifşên ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin, têne gihandin.

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, hevseroka SZK’ê Viyan Hesen ji ANHA’yê re axivî.

Viyan Hesen diyar kir ku îro li Rojvayê Kurdistanê zimanê kurdî di asteke baş de ye û got: "Zimanê kurdî di astekê de ye ku hemû warên jiyanê êdî bi kurdî ne, rêyeke girtî bû ku sînor li pêşiyê hebû, bi her awayî qedexe li ser zimanê me dihate kirin, lê niha rê li pêşiyê hatiye vekirin."

Viyan şoreşa Rojava wek şoreşa ziman pênase kir û wiha pê de çû: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mirov dikare wek şoreşa ziman bîne ser ziman û berê wê lê ye ku ev gavên hatine avêtin bêhtir bi pêş ve herin. Îro ne tenê Rojava lê berê tevahî Sûriyeyê li guhertinê ye, welatê me di qonaxeke derbasbûnê re derbas dibe. Divê di qonaxa nû de zimanê kurdî wek zimanekî fermi di destûra Sûriyeyê de bê naskirin.”

Viyan Hesn destnîşan kir ku hewldanan dikin ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê bê nasîn û wiha pê de çû: “Hewldan û amedekarî ew in ku di destûra Sûriyeyê de wek zimanekî fermî li gel zimanên zindî yên Sûriyeyê bê nasîn, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li hemû herêmên Sûriyeyê yên ku Kurd lê dijîn.

Rewşa zimanê kurdî li herêma me di astekek gelekî baş de ye, xebatek dest pê bûye ji destpêka şoreşê ve, gelek destkefî di warê ziman de hatine bidestxistin, roj bi roj ew destkeftî temam dibin, mîna dezgeha zimanê kurdî anku Akademiya Ziman. Bê guman kêmasiyên me hene tevî ew qas salan, lê hewldanên me hene ku van kêmasiyan di demeke nêz de derbas bikin."

ASTA ZIMANÊ KURDÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Viyan Hesen got: "Heta niha gelek zext li ser zimanê kurdî hene, bi her awayî li Bakur Kurd rastî gelek zehmetiyan tên, mîna ku hunermenekî Kurd bi zimanê xwe stranan dibêje, bi destê dewleta Tirk a dagirker tê kuştin.

Tevî hemî zehmetiyan dixwazin zimanê xwe ji tunekirinê biparêzin Dezgehên ziman ên Bakurê Kurdistanê û kesên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin, hewl didin rewşa zimanê kurdî biguherînin, ji ber wê gelek dezgehên perwerdekirin, parastina ziman, weşanxaneyên ku bi kurdî xebatê didin meşandin, hene. Niha di bin şert û mercên şîdetê de li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li ber xwe dide ji bo ku neyê tunekirin.”

ASTA ZIMAN LI ROJHILAT

Li Rojhilat jî her çi qas di destûrên dewletê bi xwe de mafê perwerdeya bi zimanên herêmî heye jî lê mamosteyên Kurd ji ber ku li taxa xwe waneyên kurdî didin, ji hêla dewletê ve tên girtin û cezayên zindanê lê tên birîn.”

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Viyan Hesen got di salên dawîn de li Başûrê Kurdistanê civak ber bi zimanê îngilîzî ve diçe û ev lê zêde kir: "Zêdetirî 30 salan e li Başûr perwerde bi kurdî ye, lê ya rast van salên dawiyê gelek serjimêriyên ku navendên lêkolînan derxistine, mixabin berê civakê zêdetir li zimanê îngilîzî ye, yanî ji sedî 15 bi zimanê xwe nizanin, ji ber ku berê xwe dane îngilîzî.

Yanî bi awayekî giştî ku mirov lê binêre, dezgehên kurdî yên fêrkirinê hene. Kurdan li ku derê derfetek dîtibe bi awayekî ku dixwazin xwedî li zimanê xwe derkevin xebetek kirine. Em tim dibêjin zimanê me hebûna me ye. Em bi xwe wekî dezgeha ziman planên me hene, ne tenê li Rojava navendên me yên fêrkirinê, li derve jî hene ku navendên li derveyî welat xurttir bikin.”

Di dawiyê de hevseroka SZK’ê Viyan Hesen got ew dixwazin di destûra Sûriyeyê de zimanê kurdî were parastin û wiha dom kir: "Ji bo pêşeroja zimanê kurdî li Sûriyeyê em geşbîn in, ji ber xebata ku van 12 salên derbasbûyî ji bo fermîkirina kurdî ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dayîn ne kedeke kêm e û ev ked dê ne partiyên siyasî û ne jî hikumeta Şamê bikare çavên xwe lê bigire. Em geşbîn in ku dê di destûra Sûriyeyê de zimanê me wek zimanekî fermî bê nasîn.”

ANHA