Wezareta Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên pêşmerge temam bû

Wezîrê Wezareta Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand ku îro mizgîniyeke dîrokî û destkefteke mezin radigihînin ku proseya yekkirina pêşmerge û rêxistina hêzên Pêşmerge bi serkeftî dawî bû.

Wezareta Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên pêşmerge temam bû
10 îlon, 2026   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl têkildarî yekkirina proseya hêzên pêşmerge daxuyaniyek da.

Wezîrê Wezareta Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand ku îro mizgîniyeke dîrokî û destkefteke mezin radigihînin ku proseya yekkirina pêşmerge û rêxistina hêzên Pêşmerge bi serkeftî dawî bû. Hate ragihandin ku Başûrê Kurdistanê wê bibe xwedî artêşeke yekgirtî û serdemî di jêr fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge.

Şoreş Îsmaîl wiha got: “Piştî têkoşîna çend salan weke yek tîm pêkhatî li Wezareta Pêşmerge li gel fermandarî û Fermandariya Hêzên 70’ê û 80’ê hevkarî bûn. Me karî hemû astengî û pirsgirêkên kevin derbas bikin, dîsa me karî li Wezareta Pêşmerge hemû hêza xwe bixin xizmetê ji bo serxistina vê proseya niştîmanî. Em dawiyê gihiştin wê encamê bilind ku îro Hêzên 70’ê û 80’ê bi proseyeke hûr û kûr a leşkerî, pilaneke nû hatin gel hev.”

Hate gotin ku di çarçoveya vê çareseriya bi kok de, hemû hêzê li ser asta yek fermandarî û kontrol hate rêxistin û ev hate ragihandin: “Bi kêfxweşî radigihînin ku herdu deverên fermandarî yên leşkerî bi fermî dest bi kar kirin. Ev destkeftiyeke dîrokî ye û Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke yekgirtî û serdemî di jêr fermandariya rasteqîne ya Wezareta Pêşmergeyan de.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ev destkefta mezin encama piştgiriya raste rast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmet û Cigirê Serokê Hikûmetê bû. Dîsa li gel rola girîng û bilind a Hêzên Hevpeyman bi serokatiya DYA û di çarçoveya peymana jihevfamkirinê de spasiya wan dikîn, daxwaz jê dikin ku di qonaxên bê de bi şêwazeke cuda û berdewam alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Yekgirtû ya Kurdistanê bikin.”