Heftename; Krîza Hurmuz û Bab El Mendebê û tevgerên Îsraîlê li Sûriyeyê

Şîrovekaran diyar kir ku krîza Hurmuz û Bab El Mendebê berfirehbûna şerê li dijî Îranê nîşan dide. Her wiha bal kişandin ser tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û cudahiya di helwesta DYA û Îranê de.

Heftename; Krîza Hurmuz û Bab El Mendebê û tevgerên Îsraîlê li Sûriyeyê
27 îlon, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de bandorên şerê li dijî Îranê, krîza tengavên Hurmuz û Bab El Mendebê, tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê û bandorên wî yên li ser siberoja Sûriye, her wiha cudahiya di xîtaba DYA û Îranê de nirxandin.

ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ… HURMUZ Û BAB EL MENDEB

Di rojnameya El Ehram de bi sernavê “Di navbera Hurmuz û Bab El Mendeb de dê kî ser bikeve?” gotarek hat weşandin.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku şer hiştiye ku Tengava Hurmuzê careke din derbasî nava şer bibe, Hurmuz bûye yek ji kaxezên girîng ên hêza ku pê li hemberî hev derdikevin û Bab El Mendeb jî beşeke berfirehtirbûna şer e.

Di heman rojnameyê de nûçeyek bi sernavê “Li ser Hurmuz û Bab El Mendeb şer heye, Îran jî ji bo guhertina erdîngariya şer gefan dixwe û Trump sozên ji bo tiştekî mezintir dide” hat weşandin. Di nûçeyê de behsa şantajên Îranê yên têkildarî berfirehkirina asta êrişan û gotinên Trump ên têkildarî pêşniyarên nû yên li hemberî Tehranê hate kirin.

Rojnameya El Quds El Erebî di gotareke bi sernavê “Amerîka-Îran; şerê di bin xweliyê de” destnîşan kir ku Hurmuz û Bab El Mendeb bi hev ve girêdayî ne, ew jî yekser bandorê li ewlehiya enerjiyê, çûn û hatina deryayî û hewldanên berfirehkirina şerê herêmî dike.

‘ÎSRAÎL LI SIWÊDAYÊ YE’

Di rojnameya El Xelîc de gotarek bi navê “Îsraîl li Siwêdayê çi plan dike?” hat weşandin. Di gotarê de destwerdana Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê hat kirin û hat destnîşankirin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê parastinê yê Yesraîl Kats di bin navê rizgarkirina Durziyan de destwerdaneke leşkerî li Siwêdayê dikin.

Rojnameyê armancên tevgera Îsraîl bi piştgiriya komên herêmî yên li Siwêdayê ve girê da.

Rojnameyê bal kişand ser biçekkirin û perwerdekirina komên li Siwêdayê û da zanîn ku geşedanên li parêzgehê ji tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê cuda nayên dîtin.

HÊMANÊN CÛDA YÊN HÊZÊ YÊN DI NAVBERA EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎRANÊ DE

Rojnameya El Şerq El Ewset, di gotarek bi sernavê "Kîjan Bi Hêztir e... Erebistana Siûdî an Îran?" de, bal kişand ser hêmanên cûda yên hêzê yên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de û bal kişand û  Riyadê giranî dide li ser aboriyê, saziyên dewletê û veberhênananê, di heman demê de Tehran bêtir xwe dispêre şiyanên leşkerî û bandora herêmî.

Gotarê pirsên li ser şiyana Îranê ya domandina pevçûnê ji ber zextên leşkerî û aborî yên ku ew pê re rû bi rû ye, derxist holê.

Di gotarek din a bi sernavê "Tehran... Zêdebûna Retorîkî ya ku Deriyê Dan û Standinan Nagire", de bal kişand ser axsaftina Serokê Îranê Mesûd Pizeşkihan a li Neteweyên Yekbûyî. Her wiha bal kişand ser tevliheviya zêdebûna retorîkê ya li hember Washingtonê, di heman demê de deriyê diyalogê vekirî dihêle. Ev yek bi têkiliyên Amerîkî-Îranî yên li New Yorkê pêk hatin û bi mijarên rakirina ambargoyê û vekirina Tengava Hurmuzê ve girêdayî bû.

Rojnameya El Ehram gotarek bi sernavê "Gotara Aşkereker" weşand. Gotarê cih da axaftina Serokê DYA`ê Donald Trump a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û helwesta Amerîkayê li ser şerekî bi Îranê re, her wiha berdewamiya operasyonên leşkerî û zirara girîng a li ser şiyanên Îranê de pirsî.