PJAK: Rejîma Îranê endamekî me revandiye û winda ye

PJAK têkildarî desteserkirin, îşkencekirin û windakirina endamê xwe yê bi navê Sîrwan Hebîbî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Kamyaran anî ziman ku endamê wan piştî îşkencekirin hatiye windakirin, çarenûsa wî nayê zanîn û berpirs desthilat e.

PJAK: Rejîma Îranê endamekî me revandiye û winda ye
14 îlon, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî desteserkirin, îşkencekirin û windakirina endameke xwe yê bi navê Sîrwan Hebîbî ku di 9’ê Îlona 2026’an de ji aliyê hêzên Îranê ve li Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘‘Roja Çarşemê 9’ê Îlona 2026’an li bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama planeke pêşwext û di kemîna hêzên ewlehiyê û rejîma Wezareta Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê de, hevrê û endamê partiya me Sîrwan Habîbî bi awayekî pir hovane, nemirovî û berevajî hemû pîvanên navneteweyî êrişî wî tê kirin bi îşkence û lêdanê tê girtin.

Piştî Hebîbî tê binçavkirin raste rast tê revandina cihekî nediyar û tevî derbasbûna demê, heta niha der barê rewşa tenduristiya wî yan jî cihê girtina wî de tu agahî nehatine bidestxistin. Dema hevrêyê me Sîrwan Hebîbî tê binçavkirin di destê wî de ti çek û amûreke din nebûye, tenê ji bo pêkanîna erka xwe û karê rêxistinî serdana bajarê Kamyaran kiribû.

Têkildarî xetereyên cidî yên li ser rewşa hevrê Sîrwan Habîbî, em daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê, hemû azadîxwaz, çalakvanên sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên li Îran û cîhanê dikin ku bi awayekî hestiyar, lezgîn û bi bandor li pey çarenûsa wî bigerin û li hemberî vê xwedî helwest bin.

Ji jiyan û tenduristiya endamê me Sîrwan Hebîbî desthilata Komara Îslamî bi temamî berpirs e.‘‘