28 rêxistinên Başûr û kesayetan bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê kirin

Bi pêşengtiya Komîteya ‘Azadî Ji bo Abdullah Ocalan’ a li Başûrê Kurdistanê, 28 aliyên siyasî, rêxistin û kesayetiyan, nameyek ji bo Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabriel Revel şandin û daxwaz kirin ku demildest ‘Mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo were mîsogerkirin.

28 rêxistinên Başûr û kesayetan bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê kirin
10 îlon, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Başûrê Kurdistanê 28 aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên Başûrê Kurdistanê, derbarê mîsogerkirina Mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji bo Balyoz û Nûnerê Daimî yê Monakoyê li Konseya Ewropayê û Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabriel Revel, şandin.

Name bi pêşengtiya Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê hate şandin û wiha ye:

“Birêz Cenabê Gabriel Revel

Balyozê Monakoyê li Konseya Ewropayê

Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê

Birêz Cenabê Gabriel Revel, wekî hûn dizanin şerekî wêranker temamiya Rojhilata Navîn girtiye bin bandora xwe. Ev şer bûye sedema bandorên giran ên aborî û siyasî û têkiliyên civakî yên herêmê bi tundî têk birine. Di demekê de ku hîna hêzên herêmî û cîhanî bi navê çareserkirina nakokiyên heyî, xwe ji bo şer û pevçûnên zêdetir amade dikin; di rewşeke wisa de dengekî nû ji Rojhilata Navîn bilind bûye ku banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û bêyî tundiyê dike. Ev dengê ku di banga Aştî û Civaka Demokratîk de olan daye, projeya birêz Abdullah Ocalane û nêrînek nû ji bo çareserkirina nakokiyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat ragihandin, heta niha bandorek pir erênî li ser herêmê kiriye. Piştî wê bangê PKK’ê demildest agirbest ragihand, piştre biryara hilweşandina rêxistinê, destberdana ji stratejiya têkoşîna çekdarî, şewitandina çekan û vekişandina hêzên xwe yên gerîla ji Tirkiyeyê hat ragihandin. Bi encama van gavan, dijminatiyên li Tirkiye, Bakurê Sûriye û Bakurê Iraqê sekinîn û Tirkiye bû yek ji wan welatên herêmê ku bi şêweyekî rasterast neketiye nav şerê berfireh ê Rojhilata Navîn. Her wiha di rûbirûbûna li gel aloziyên Sûriyeyê de, Birêz Ocalan peyamek da hemû aliyên peywendîdar û giringiya kêmkirina alozî û çareseriya siyasî ji bo bidestxistina aramiya daîmî anî ziman.

Herêma Kurdistana Iraqê di nav salên borî de herî zêde bar û êşa pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hilgirtiye û bi sedan welatiyên sivîl ji ber êrişên hewayî û bejayî yên artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. Banga Abdullah Ocalan di nav sal û nîva borî de bû sedema rawestandina dijminatiyan li vê herêmê. Her wiha rayedarên herêmê û raya giştî ya Kurd jî ev bang bi piştgirî û bi hêviya aştî û rûniştina hevsengiyê pêşwazî kirine.

Tevî vê rewşa giran a herêmê, Abdullah Ocalan di nav sala borî de bi şêweyekî berdewam nîşan daye ku ew pabendî pêvajoyê ye. Di salvegera banga xwe ya di sala 2026’an de, careke din daxuyaniyek belav kir û tê de pabendbûna xwe ya ji bo aştî û demokratîkirina Komara Tirkiyeyê dubare kir. Di encama van hewldanan de, di sala borî de bi sedan sazî û kesayetiyên cîhanî ku di nav wan de 88 xwediyên xelata Nobelê hebûn, piştgiriya xwe ji bo hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo pêşvebirina pêkvejiyana gelan ragihandin.

Mixabin, hêza Abdullah Ocalan a ji bo tevlîbûna çalak di pêvajoya aştiyê de, ji ber rewşa girtîbûna wî ya li Girava Îmraliyê hatiye sînordarkirin. Di mercên girtîgehê de tu guhertin bi ser de nehatine û têkiliyên Wî yên bi cîhana derve re hêj bi biryarên siyasî yên rayedarên Tirkiyeyê ve girêdayî ne.

Di sibata 2026’an de komîsyona peywendîdar rapora xwe ya dawî belav kir. Tevî ku di raporê de îşaret bi giringiya bicihanîna tevayî biryarên Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropa û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê dike û pêşniyara bihêzkirina mekanîzmayên berdest dide, lê berdewamiya nêrîna li dijî terorê wekî çarçoveyek sereke, hîna jî li pêşiya diyalog û lihevkirineke rastîn astengiyeke. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta Tirkiyeyê tenê têbîniyên Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê di Îlona sala borî de wergirtiye, lê ti pêngavek pratîkî ji bo bicihanîna wan neavêtiye.

Ji bona wê em wek partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl yên Herêma Kurdistana Iraqê, daxwaz ji Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê dikîn ku biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê ya têkildarî doza Abdullah Ocalan a ‘Mafê Hêviyê’ nas bike. Ev yekem pêngava giringe ji bo çareserkirina rewşa yasayî ya Birêz Ocalan û rêdana bi temamî ya beşdarbûna wî ya di pêvajoya aştiyê de ye.

Her wiha bang dikin ku Abdullah Ocalan azad bibe, derfetek tam û bêsinor bê dayîn daku bi awayek pratîkî tevlî pêvajoya aştiyê bibe.

Rêxistin, kesayet, partî û aliyên siyasî yên ku navê wan dibin nameyê de hene wihane:

Partî û aliyên siyasî;

1- Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê

2- Partiya Komûnîst a Kurdistanê

3- Tevgera Helwesta Nîştimanî

4- Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê

5- Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK)

6- Partiya Kesk a Kurdistanê

7- Partiya Parêzgarên Kurdistanê

Rêxistinên Civaka sivîl;

1- Rêxistina Azadbûn

2- Rêxistina Dabîn

3- Rêxistina Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK)

4- Tora Rêxistinên Kurdistanî ya li dijî Jenosîd û Tawanên Navdewletî

5- Rêxistina Kampanyaya Jiyanê ya ya li Dijî Darvekirinên li Kurdistanê

6- Rêxistina Çavdêriya Kurdsayd

7- Rêxistina Yesna ji bo Pêşxistina Felsefeya Zerdeştî

8- Rêxistina Serxwebûna Jinan

Kesayetan:

1- Kafiye Silêman, wezîra berê ya Şaredarî û Geştûguzariyê, parêzvana mafên jinan û endama desteya damezrêner a Yekîtiya Jinên Kurdistanê

2- Dr. Muhsîn Edîb, rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê

3- Rêzan Şêx Dilêr, parêzer û endama berê ya Parlamentoya Iraqê

4- Dr. Serwer Ebdulrehman Omer, serokê Saziya PEY ji bo Perwerde û Geşepêdanê

5- Bilêse Cebar Ferman, endama berê ya Parlamentoya Iraqê û endama (KNK)

6- Dr. Fayîq Mihemmed Ehmed Gulpî, bijîşk û endamê dema yekem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê

7- Prof. Dr. Şoreş Hesen Omer, mamosteyê zanîngehê, pisporê hiqûqa giştî

8- Prof. Dr. Merîwan Omer Dewlet, mamosteyê zanîngehê

9- Cemîl Mihemmed Hewramî, serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê

10- Mihemmed Emîn Pêncwênî, nivîskar û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

11- Kardo Mihemmed Pîrdawid, parlamenterê dema sêyem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê

12- Şine Elî Xeyat, çalakvana siyasî û parêzvana mafên jinan

13- Esrewan Awat Hisamedîn, Zerdeştî