Tevger û êrişên DAIŞ’ê yên 2025’an cihê fikaran in

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka îsal ve tevger û êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Çeteyan 83 êriş pêk anîne, ev jî nîşan dide DAIŞ hewl dide xwe jinûve xwe bi rêxistin bike û serweriya xwe vegerîne, di heman demê de jî QSD’ê di vê heyamê de gelek şane bê bandorkirin, di nav de serçete û 25 DAIŞ’ê girtin.

Tevger û êrişên DAIŞ’ê yên 2025’an cihê fikaran in
15 gulan, 2025   06:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji destpêka sala 2025'an ve tevgera çeteyên DAIŞ'ê û êrişên wan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Ev jî nîşan dide ku çete hewl didin xwe jinûve rêxistin bikin û hebûna xwe li rûberên berfireh bi taybetî çolistana Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt bikin, nexasim hemwextî rewşa ewlehî ya tevlihev û guhartinên ku piştî hilweşîna rejîma Baas çêbûne.

SOHR: JI DESTPÊNA 2025'AN VE 83 ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka îsal ve çeteyên DAIŞ'ê 83 êriş li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. DAIŞ’ê di êrişên xwe de têkçûyîna ewlehî ya li çolistana Sûriyeyê ya piştî ketina rejîma berê ya Sûriyeyê di 8’ê Kanûna borî de firset girt. Bi hevrûkirina êrişên 2024’an re ev êriş herî tund û cureyî bûn û ev yek nîşan dide ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin şaneyên xwe aktîv bikin û derbasbûnên meydanî pêk bînin.

Ji wan êrişan, 70 êriş li dijî gundewarê Dêrazorê bûn, di encamê de 16 sivîl û leşker şehîd bûn û 14 birîndar bûn.

Çeteyan li Hesekê û gundewarê wê 9 êriş pêk anîn, di encamê de di nav de şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 7 kes şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn. Li Reqayê jî 4 êriş hatin kirin, bi wê re endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 5 din jî birîndar bûn.

AMARÊN 2024'AN: MÎRATEYA XWÎNRIJ HÎN DIDOME

Bi vegera li sala par, li gorî amarên ku QSD'ê belav kirine, çeteyên DAIŞ'ê 113 êriş pêk anîn. Ev jî diyar dike ku êrişên çeteyan ên îsal bi gelekî ji yên par zêdetir in.

Li hemberî wê, di 2024'an de QSD'ê 98 operasyonên ewlehiyê li dijî çeteyan pêk anîn, bi wê re di nav de 6 serçete, 17 çete hatin kuştin û 278 çete hatin girtin, mîqadareke mezin ji çek û cebilxane, madeyên çêkirina teqemeniyan hatin desteserkirin. Her wiha QSD’ê 43 êrişên çeteyan hewl dida pêk bianiya têk birin.

LI ÇOLISTANÊ VALAHIYA EWLEHIYÊ: DERIYÊ VEGERA DAIŞ'Ê

Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê çeteyên DAIŞ'ê sûd ji valahiya siyasî û valahiya ewlehiyê ya li çolistana Sûriyeyê wergirt. Ew herêm ji Hums û Hema digihîje Reqa û Dêrazorê. Çeteyan di van herêman şaneyên xwe çalak kirin. Ji vê herêmê çeteyan êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dianîn.

XEBATÊN QSD’Ê YÊN EWLEHÎ YÊN BÊNAVBER Û GIRTINA 25 ÇETEYAN DI 2025’AN DE

Tevî zehmetiyên mezin li pêşiya QSD'ê, di serî de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê yên ji destpêka 2025'an ve, lê dîsa jî QSD'ê operasyonên xwe yên ewlehiyê yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê domandin.

Di meha Çileyê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) di nav de serçeteyek, 4 çete, girtin.

Di Sibatê de jî Hêzên Komandos ên QSD'ê operasyoneke taybet li bajarokê Mergede yê gundewarê Hesekê li dijî şaneyekê plan dikir êrişan pêk anî. Di encamê de çeteyek hat kuştin û serçeteyê şaneyê bi kemereke teqemeniyê xwe teqand, 5 çete hatin girtin û mîqdareke mezin a çekan hatin desteserkirin.

Di heman mehê de, di operasyonên QSD'ê li Reqa û Dêrazorê de, di nav de serçeteyek, 6 çete hatin girtin û 2 çete li başûrê Hesekê hatin kuştin.

Di meha Adarê de QSD'ê 3 serçeteyên mezin li herêmên cuda girtin; yek di 10’ê Adarê de li bajarokê Besra yê gundewarê Dêrazorê, yê din di 13’ê Adarê de li kampa Holê û yê din di 20’ê Adarê de li bajarê Tebqayê hatin girtin, her wiha di 28'ê Adarê de çeteyek jî li başûrê Hesekê hat girtin.

Di Nîsanê de QSD'ê gelek operasyonên berfireh û girîng pêk anîn. Di 14’ê Nîsanê de di operasyoneke li bajarê Reqayê de, serçeteyek û 4 çete hatin girtin. Di 30'ê heman mehê de jî serçeteyê berpirsê teqemeniyê li Dêrazorê hat girtin û êrişeke çeteyên DAIŞ'ê li dijî bajarokê Geranîc hat têkbirin.

Di 3'yê Gulanê de jî serçeteyekî din li gundewarê Dêrazorê hat girtin û 5 êrişên çeteyan yên li dijî nuqteyên QSD'ê yên rojhilatê Dêrazorê hatin têkbirin û derbe li çeteyan hat xistin û çete neçar bûn bi paş de vekişin û birevin.

NÎŞANEYÊN XETERNAK ÊN VEGERA DAIŞ'Ê

Li gorî amaran, çalakî û tevgerên çeteyên DAIŞ'ê di 2025'an de zêde bûne, ev jî egera vejandina wan zêde dike.

Tevî ked û xebatên bênavber ên QSD'ê yên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, lê dîsa jî vegera DAIŞ'ê metirsiyeke mezin dide ewlehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo vê jî pêwistî bi alîkariya xwecihî û navneteweyî ji bo pêşîgirtina li vegera DAIŞ'ê heye.

(mh/fr)

ANHA