Çalakvanên Siwêdayê daxwaza vekirina dergehên mirovî kir
Çalakvanên bajarê Siwêdayê banga parastina navneteweyî û vekirina dergehekî mirovî yê bi Urdunê re kir.

Çalakvan, xwendekar û hunermendên ji bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê nerazîbûna xwe li hember bêdengiya berdewam a desthilata Şamê der barê êşên gelê Siwêdayê de nîşan da. Çalakvanan "qirkirina etnîkî û ramyarî" ya li dijî wan tê şermezar kir û ji bo peydakirina alîkariyê, perwerde û dermanan banga parastina bilez a navneteweyeî û vekirina korîdorên mirovî, bi taybetî li gel Urdunê, kir.
Çalakvanekê êrişên vê dawiyê yên li ser gundên Cebel El Ereb wek "terorîzma sîstematîk" bi nav kir û da zanîn ku bi dehan ciwan li bajar û gundewarên wê hatin kuştin dema ku hewl didan deverên xwe biparêzin. Çalakvana ku beşdarî protestoyên rojane bûbû ji ajansa me re wiha got: "Em di dorpêçê de ne, bê xwarin û derman in. Xwendekarên me ji zanîngehan hatin derxistin û êrişeke qirkirina etnîk li dijî raman û hebûnê heye.”
Her wiha banga parastin û vekirina korîdora mirovî ya bi Urdinê re kir û got: "Eger Siwêda bikeve, Urdun jî dê bikeve cenabê qiral!”
Çalakvanê bi navê Hafiz El Xetîb destnîşan kir ku qada xwepêşandanê vekirî ye û got: "Em daxwaza navbeynkariya navneteweyî ya berfireh, korîdora mirovî û mafê xwe yê jiyanê dikin. Em dixwazin li welatekî ku di bin desthilatdariya terorê de nebe, bi hevkarên xwe re bi rûmet bijîn.”
Tîmar Ebû Elwan hunermend û çalakvana mafên mirovan, ji ber nebûna hevbendiya giştî ya Sûriyeyê li hember êş û azarên Durziyan li Siwêdayê, dilgiraniya xwe nîşan da. Her wiha tawanên ku li dijî xwepêşandêran şermezar kirin û got: "Em daxwaza veqetînê nakin, lê belê daxwaza parastina navneteweyî wek mafekî mirovî yê ku bi peymanên navneteweyî hatiye garantîkirin dikin. Ya ku diqewime dagîrkeriyeke nerasterast e û rejîm tiştekî li hember wê nake. "
Xwendekarê bi nvê Hisên Ayid tekez kir ku divê mezhebperestî û cudaxwazî neyê pejirandin û daxwaza yekrêziya di nav Sûriyeyiyan de kir.
Li Siwêdayê rewşa mirovî her ku diçe aloz dibe, desthilta Şamê jî guh nade bangên welatiyan. Di vê navberê de welatî li hember binpêkirinên sîstematîk doza parastina navneteweyî dikin.
(k)