Ji KNK'ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

Konseya Rêveber a KNK’ê, yekkirina Hêzên Pêşmerge pîroz kir û wekî 'gavêke dîrokî' nirxand. KNK’ê, bal kişand ser krîza siyasî ya li Başûr û bang kir ku hikûmeta nû bêyî derengketinê bê avakirin.

Ji KNK'ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge
22 îlon, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê yekkirina Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek weşand. KNK’ê ev pêngav ji bo Başûr û tevahiya Kurdistanê pîroz û erênî nirxand û bang kir ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de bê avakirin.

KNK’ê got, “Duh li bajarê Hewlêrê ji bo yekkirina Hêzên Pêşmerge, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û gelek rêveberên Herêmê merasîmek hat lidar xistin. Di merasîmê de hate ragihandin ku bi dehan hezar pêşmergeyên Yekîneyên 70 û 80’yê dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî û niştimanî û dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de bin.”

KNK’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser daxwaza dîrokî ya gel û wiha got: “Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan bi dehan salan e ku daxwaz û vîna hemû gelê Kurdistanê bû. Ev pêngav li hemberî hemû xêrnexwazên Kurdistanê peyameke neteweyî û niştimanî ye û dibe bingehê geşkirina hêviya yekrêziya nav mala Kurdan.”

KNK’ê, hêviya xwe anî ziman ku ev gav bibe destpêka yekkirina hemû dezgehên îdarî, ewlekarî, aborî û dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û li seranserê Kurdistanê jî bibe wesîleya yekîtî û yekrêziya neteweyî.

JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ BANG HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin ser derbasbûna demê ya piştî hilbijartinan û hat gotin: “Nêzî du sal in ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, lê heta niha parlamento nexebitiye û hikûmeta nû pêk nehatiye. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de parlamento bicive û hikûmeta nû bê avakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê ev pêngav li gelê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê pîroz kir û ji bo piştgirî û biryardariya wan, spasiya PDK, YNK, hemû partî, rêxistin û kesayetên ku keda wan di vê yekkirinê de heye kir.