Trump gefa derbeyeke giran li Îranê xwar

Piştî êrişa li dijî hêzên Amerîkayê yên li Urdunê, Donald Trump gefa derbeyeke giran li Îranê xwar.

Trump gefa derbeyeke giran li Îranê xwar
31 tebax, 2026   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa duh a Îranê ya li djiî hêzên Amerîka yên li Urdunê, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, DYA‘yê  gefa derbeyeke giran lê xwar û anî ziman ku êriş bê bersiv namîne.

Trump ji Fox News’ê re axivî û got pergalên parastina hewayî yên Amerîkayê ji bilî yekê hemû mûşekên Îranê asteng kirin. Her wiha destnîşan kir ku mûşek ber bi hedefeke girîng ve neçûye.

Trump anî ziman ku Îran pir dixwaze dan û standinan bike û got cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bi xurtî berhemên xwe didin.

(f)