Medyaya Erebî bal kişand ser trajediya Xezayê û xetereyên şerê bi Îranê re

Rojnameyên erebî bal kişandin ser bandorên krîza mirovî ya li Xezayê û xetereyên zêdebûna aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û her weha bandora van her du mijaran li ser siberoja aramiyê û hevsengiyên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê.

Medyaya Erebî bal kişand ser trajediya Xezayê û xetereyên şerê bi Îranê re
14 mijdar, 2026   08:58
NAVENDA NÛÇEYA

Medyaya Erebî îro li ser bandorên krîza mirovî ya li Xezayê û xetereyên zêdebûna aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, û bandora van her du mijaran li ser pêşeroja aramiyê û hevsengiyên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê nivîsîn.

Derbarê pirsgirêka Filistînê de, Rojnameya Îmaratî "El Xelîc" gotarek bi sernavê "Xezayê li ber sermayê" weşand, tê de behsa krîza mirovî ya li Xezayê ya ku bi hatina zivistanê re xirabtir dibe kir.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku piştî barîna baranê bi hezaran konan di bin avê de hiştine, bi sed hezaran mirovên bêwar bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rû bi rû mane.

Malpera Misrî "Roja Heftemîn" gotarek bi sernavê "Trajediya Xezayê di Zivistanê de" weşand, tê de rewşa jiyana koçberan nîqaş kir û destnîşan kir ku baran "êdî ne xêrek e ku merov li bendê bimîne, lê veguheriye kabûsekê," ji ber zirara li konan, tiştên nişteiyan di bin avê de man û giranbûna êşa wan ji sermayê.

ÎHTÎMALA VEGERA RÛBIRÛBÛNA DYA-ÎRANÊ

Rojnameya Lubnanî El Exbar gotarek bi sernavê "Nexşeya Belavbûna Leşkerî ya DYA li dora Îranê: Amadekariya 'Şerekî Sînorkirî' He ye" weşand, ku tê de behsa kombûna leşkerî ya DYA li dora Îranê û derfetên domandina dorpêçkirinê û pêkanîna operasyonên leşkerî yên hewayî û deryayî nîqaş kir.

Gotarê destnîşan kir ku ev bicihkirin derfetê dide DYA`ê ku "dorpêçkirinê biparêze û di operasyonên hewayî û deryayî bi lez zêde bike", lê destnîşan kir ku meşandina şerekî dirêj bi depoyên cebilxaneyê, amadebûnê û kapasîteya domandina operasyonên leşkerî ve girêdayî ye.

Rojnameya Independent Arabia gotarek bi sernavê "Du Mîsyonên Neqediyayî" weşand, tê de behsa aloziyên projeyên Amerîka û Îranê li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên ku ew pê re rû bi rû dimînin kir.

Nivîskar diyar kir ku "Rojhilata Navîn ji hewldanên hêsankirina wê aloztir e" û destnîşan kir ku projeya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji nû ve şekildana herêmê rastî du astengiyan tê, armancên Îranê û her weha helwesta Îsraîlê ya li ser avakirina dewletek Filistînî li ser bingeha çareseriya du dewletan.

(k)

ANHA