Îsraîlê 2 caran Xezayê bombebaran kir: 5 kes hatin kuştin

Di encama 2 êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin.

Îsraîlê 2 caran Xezayê bombebaran kir: 5 kes hatin kuştin
31 tebax, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama 2 êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê der barê êrişan de dane, destpêkê kombûneke xelkê ya li nêzî parka şaredariyê ya bajêr hat bombebarankirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn. Hate gotin herêma hatî bombebarankirin tijî şênî ne û malbatên koçber jî lê dimînin.

Hate zanîn ku piştî êrişa yekemîn erebeyek li taxa Tel El Hewa ya rojavayê Xezayê hat bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê endamên Tevgera Hemasê kiriye hedef, lê agahiyên zêdetir neda.

(bb)