Di mehekê de herî kêm 23 jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin qetilkirin

Li gorî rapora Saziya Dîdeban di Tebaxa îsal de bi kêmanî 23 jin li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine qetilkirin.

Di mehekê de herî kêm 23 jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin qetilkirin
31 tebax, 2026   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Dîdeban têkildarî daneyên qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raporek belav kir.

Li gorî raporê, di Tebaxa îsal de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kêmanî 23 jin û zarokên keç hatine qetilkirin.

Hate ragihandin ku piranî jî ji aliyê mêr û ferdên malbata xwe ve hatine qetilkirin.

Di raporê de jî hate diyarkirin ku di nava qurbaniyan de jî 5 zarok in ku temenê wan di navbera 8-15 saliyê de bûn.