Li Çînê Jinping û Pûtîn li hev civiyan

Îro serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Çînê Xi Jinping li hev civiyan. Biryar e sibê jî civînek di navbera Jinping, Pûtîn û Trump de were lidarxistin. Pûtîn li ser vê civînê diyar kir ku ew têkildarî lûtkeya pêş a bi Jinping û Trump re geşbîn.

Li Çînê Jinping û Pûtîn li hev civiyan
18 mijdar, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Çînê Xi Jinping û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li hev civiyan.

Ev hevdîtin rojek beriya lûtkeyeke dîrokî ya sêalî ya li Shenzhenê ya Çînê pêk tê ku serokê DYA’yê Donald Trump jî dê beşdar bibe.

Pûtîn di hevdîtina li gel serokê Çînê de diyar kir ku hevkariya di navbera her du welatan de, di warê siyaseta derve de li qada navneteweyî bi awayekî domdar û erênî bi pêş dikeve û got: “Di hawîrdoreke jeopolîtîk a dijwar de, em nêzîkatiyeke avaker dişopînin da ku sîstemeke cîhanî ya dadperwertir û piralî ava bikin.”

Her wiha Pûtîn hêviya xwe anî ziman ku lûtkeya sêalî ya pêşwext a bi Trump û Jinping re dê "gelekî bi sûd" be û got: “Di cîhana îro de ku tijî alozî ye û di nava parçebûna aboriya cîhanî û zêdebûna rîskên leşkerî û siyasî de pêdiviyeke lezgîn bi yekitiyê heye, ne bi dabeşbûnê lê bi diyalogê heye, ne bi ferzkirinên tund.”

Duh jî Donald Trump behsa civîna xwe ya sêalî ya bi Jinping û Pûtîn re kiribû û gotibû: “Em ê mijara bêçekkirina ji çekên nukleerî çareser bikin. Ev mijarek dijwar e, ji ber ku tu kes ji me nikare bi hêsanî bibêje ku em ê bi tevahî dev ji çekên xwe yên nukleerî berdin."

Her wiha Trump gotibû ew ê li ser Îran û Ukraynayê jî nîqaşan bikin.