‘Têkiliya di navbera hikumeta veguhêz û DYA’yê de di qonaxa ceribandinê de ye’

Nûnerê MSDˊê yê Washingtonê diyar kir ku têkiliya di navbera hikumeta veguhêz û DYAˊyê de di qonaxa ceribandina siyasî de ye, ne wekî tê gotin ku hevkariya damezirandinê ye.

‘Têkiliya di navbera hikumeta veguhêz û DYA’yê de di qonaxa ceribandinê de ye’
25 mijdar, 2025   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Nîqaşên der barê têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, di demekê de ku alîgirên hikumetê van têkiliyan ji bo berjewendiyên xwe dinirxînin, didomin. Lê çavdêr diyar dikin ku rêveçûna têkiliyan di gelek qonaxan re derbas dibe; ji qonaxa heyî ku qonaxa ceribandinê û jinûve disîplînkirina rewşa Sûriyeyê li gorî vîzyona navneteweyî dest pê dike.

Piştî serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri ji Washingtonê re û hevdîtina serokê DYA’yê Donald Trump, ragihandina taloqkirina cezayan heta 6 mehan û tevlêbûna Şamê li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˊê, nîqaşên li ser vê dosyayê zêde bûn.

Lê ruxmî wê, rakirina cezayan hîna demkî ye û bi şertê gavên ku hikumeta veguhêz pêk bîne, girêdayî ye û proseya tevlêbûna hikumeta veguhêz li nava Koalîsyona Navneteweyî hîna ji aliyê siyasî ve kêm e û tu gavên berbiçav ên proseyê nîn in.

‘NÎQAŞÊN CIDÎ YÊN TÊKILDARÎ TESBÎTKIRINA ARAMÎ Û GIRÎNGÎDAYÎNA JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊˊ

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê DYAˊyê Besam Îshaq ji ajansa me re li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin û got: "Hevdîtinên navbera El Şeri û rêveberiya Amerîkayê de bal kişandin ser tesbîtkirina aramiyê, nemaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo siberoja welat herêmeke hesas û bandorker e."

Îshaq got: "Der barê çawaniya parastina taybetmendiyên herêmê di warên siyasî û rêveberî de nîqaşên cidî hatin kirin. Di heman wextî de bi awayekî gavbigav û lihevkirî entegrakirina herêmê di nava saziyên dewletê de hat nîqaşkirin. Li kêlek wê jî dosyaya rola siberojê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nava binyada ewlehî ya neteweyî ligel girîngîdayîna pisporên di têkoşîna dijî terorê de hatine wergirtin hat pêşkêşkirin. Amerîkayiyan her wiha bal kişand ser gavên aborî û mirovî yên lez ku zexta li ser mirovan kêm dike û rê li ber rêveçûna berfireh a cezayan vedike."

‘PÊDIVIYA PÊKANÎNÊ BI TEDBÎRÊN ZELAL HEYE’

Der barê çawaniya pêkanîna encamên van nîqaşan de Îshaq got: “Destpêkê, pêdiviya pêkanînê bi tedbîrên aram û zelal heye ku rê li ber rûbirûbûnê bigire û misoger bike ku koordînakirin bi rêya qenalên fermî pêk tên. Ev yek jî piştî avêtina gavên pratîkî di warên xizmetguzarî û rêveberiyê de ye û hevkariyeke hevbeş hebe ku taybetmendiya herêm di ber çavan re were girtin û bawerî di nava her du aliyan de çêbe.”

Îshaq wiha pê de çû: "Di aliyê leşkerî de, wê entegrakirin gav bi gav be û xisûsiyeta QSDˊê û rola wê di ber çavan re were girtin, û aramiya herêmê ku tu valahî çênebin misoger bike. Di warê aboriyê de jî, tedbîrên pêkane weke hêsanbûna derbasbûna bazirganiyê, başkirina xizmetguzariyên bingehîn û vekirina derfetê li pêş rêxistinên navneteweyî ku bi awayekî aktîf bixebitin."

‘FIRSENDA ÇARESERIYÊN DAN Û STANDINÊ YÊN LEZTIR’

Nûnerê MSDˊê Besam Îshaq li ser bandora texmînkirî ya van nîqaşan li ser rewşên siyasî û meydanî yên Sûriyeyê jî got: "Ev cureya nîqaşan, ger pratîze bibin, dê destpêkê bi xwe re asata nakokiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bike. Ev jî deriyê aramiyeke mezin vedike."

Besam Îshaq di dawiya axaftina xwe de got: "Di warê siyasî de, îşaretek hat şandin ku Washington amade ye li hewcedariyên herêmê guhdar bike û formeke realîst ku tevahî Sûriyeyiyan di nav de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ewle bike lêkolîn bike. Di warê meydanî de jî, dibe ku lihevkirin rê li pêşiya hilweşînê bigire û firsendekê dide ku çareserî bi rêya dan û standinan pêk bên. Ev jî dê bandoreke erênî li ser siberoja herêm û têkiliya di navbera saziyên dewletê û civakên xwecih de bike.”

(fr)