Şirûq Ebû Zêdan: Qanûnên heyî jinan naparêzin

Parêzer û çalakvana sivîl Şirûq Ebû Zêdan diyar kir ku li Sûriyeyê jin di nava tundî û kaosê de xeleka herî bêparastin in û bi bîr xist ku qanûnên heyî jinan naparêzin, lê dihêlin ku sûcdar ji cezayan bifilitin û sûcan bidomînin.

Şirûq Ebû Zêdan: Qanûnên heyî jinan naparêzin
25 mijdar, 2025   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê parêzer, çalakvana sivîl û rêvebera Tîma Rêyên Aştiyê ya Siwêdayê Şirûq Ebû Zêdan, rewşa jinan û nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên der barê jinan de ji ajansa me re nirxandin.

Hûn rewşa giştî ya mafên jinan a li Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Destpêkê em nikarin mafên jinan ji mafên her kesî cuda bikin, nemaze ji ber ku li Sûriyeyê tundî dewam dike û binpêkirin zêde dibin. Lê li gorî rewşa giştî, ez dibînim hê jî em şahidiyê ji paşketina mafên jinan û azadiya wan dikin. Me di vî warî te tu pêşketin çênekirine. Hîna jî binpêkirinên li dijî jinan bi awayekî rasterast û sîstematîk berdewam in. Gelek bûyerên revandin û qetilkirina jinan li peravê û Siwêdayê hatin belgekirin. Ev jî îsbat dike ku li Sûriyeyê di rêgeha mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî de tu pêşketin çênebûne. Eger hikumeta heyî binpêkirinan bidomîne, dê tu pêşketin çênebin. Em dibînin ku temsîla jinan di cihên biryardanê de şermok e, an ku tune ye. Di her komîteyekê an desteyekê de em jinekê an 2 jinan dibînin an jî qet tune ne. Temsîla jinan di van cihan de negihaştiye asta tê xwestin.

Gelo hûn guhertineke di rewşa jinan de piştî ketina rejîma Baasê dibînin an heman tundî bi rêbazên nû dewam dike?

Di nava çemberên tundiyê de tiştek nehatiye guhertin. Lê bi şêweyên nû, piralî, hovanetir û xerabtir derketiye holê. Piştî hilweşîna rejîma Baasê em şahidê tundiyeke sîstematîk û binpêkirinên mezin ên nirx, maf û pîvanan in. Di êrişên hêzên ewlehiya giştî û komên Colanî yên li ser herêmên peravê û Siwêdayê de em bûn şahidên qirkirinên komî li dijî hin mezheban û revandin û destdirêjiya li jinan. Jin wek çeka şer bi kar anîn, bi hemû rê û rêbazan êrişî wan hatin kirin û wekî amûreke ji bo heqaret û şikandina rûmeta civakên xwe bi kar anîn.

Desthilat hat guhertin, lê çima jin wek xeleka herî lawaz mane?

Heta ku sîstema qanûnî tevahî mafan neparêze û rêgeza wekheviyê bi pêş nexe, heta ku ew bi navê olê hikum bikin û ala wê bilind bikin li şûna ku li gorî qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovan hikum bikin, heta ku jin wek amûrên zextê li ser civak û kesan werin bikaranîn, dê wek xeleka herî lawaz bimînin.

Hûn performansa hikumeta veguhêz a der barê sûcên belgekirî yên li dijî jinan de çawa dinirxînin? Gelo em dikarin behsa îradeyeke ji bo hesabpirsînê bikin?

Em nikarin performansa ku di esasê xwe de tune ye, binirxînin. Hikumet hê jî tevahî sûcên ku ji aliyê hêzên girêdayî wê ve yan jî hêzên din ve li ser axa Sûriyeyê hatine kirin, înkar dike. Heta bi rêya komîteyên lêpirsînê yên girêdayî xwe raporan derdixe û hemû sûcên sîstematîk û aşkera yên li dijî jinan hatine kirin, înkar dike. Ji ber vê yekê ez tu îradeyeke rasteqîn nabînim ku sûcdar hesab bidin, ji ber ku hikumetê heta roja îro hewl nedaye vê yekê bike. Wekî min got, ew hemû sûcên têne kirin, înkar dike.

Bandora tunebûna dozgeriyeke serbixwe li ser zêdebûna sûcên li dijî jinan çi ye?

Piştî hilweşîna rejîmê, li şûna dadgerên berê, şêxan dadgerî bi dest xistiye. Di encama vê yekê de rewşa yasayî û dadgerî tevlihev e. Ev dadgerî ne yekalî ne û wekhevî û edaletê li ber çavan nagire (eger prosedurên dadgerî hebin). Ji ber vê yekê, nebûna dadgerî û zabîteya dadgeriyê dibe sedema zêdebûna tevlihevî, sûc û bêcezatiya sûcdaran ku wan teşwîq dike ku kiryarên xwe bidomînin.

Hûn bawer dikin ku qanûnên Sûriyeyê di şiklê xwe yê niha de bikarin jinan ji tundî û cudakariyê biparêzin?

Qanûnên heyî nikarin vê yekê bikin; ji ber ku wekheviya zayendî naparêzin û hemû cureyên êriş û sûcên ku dikarin li dijî jinan werin kirin, nagirin nava xwe. Wekî din, qanûn nehatine sererastkirin. Em bi salan e ji bo sererastkirina wan dixebitin û parêzvaniyê dikin. Ji ber vê yekê, ev qanûn ne li gorî mafên mirovan û peymanên navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê yên têkildarî jinan in û aştî û ewlehiyê mîsoger nakin. Qanûnên heyî jinan ji cudakarî û tundiyê naparêzin.

(bb)