Parêzera Durzî: Divê gelê Sûriyeyê parlamenteran hilbijêre

Parêzer û çalakvana Durzî Şirûq Ebû Zêdan got divê gelê Sûriyeyê bi rêya hilbijartinên demokratîk nûnerên xwe yên parlamentoyê hilbijêre.

Parêzera Durzî: Divê gelê Sûriyeyê parlamenteran hilbijêre
16 hezîran, 2026   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku endamên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) yên parêzgeha Hesekê hatin hilbijartin, gelê Sûriyeyê li bendê ye ku parlamento li hev bicive.

Parêzer û çalakvana Durzî Şirûq Ebû Zêdan der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Şirûq Ebû Zêdan di destpêka axaftina xwe de got parlamentoya Sûriyeyê ya niha bi temamî ne rewa ye û wiha lê zêde kir: “Parlamento li ser bingeha hilbijartinan nehat avakirin. Parlamento ne serbixwe ye û nûnertiya rast a welatiyan nake.”

Her wiha diyar kir ku ji sêyan yek dê serokê hikumeta demkî Ehmed Şara endamên parlamento tayîn bike. Endamên dîtir jî bi rêya komîteyên hilbijartinê yên serok bi xwe ew ava kiribûn, hatin hilbijartin. Ev yek tê wateya ku parlamento di her tiştî de girêdayî desthilata rêveber e. Dê parlamento nekare rola xwe yê zagonsaz û şopandinê serbixwe pêk bîne.

Şirûq Ebû Zêdan rewşa parlametoyê Sûriyeyê nirxand û got: “Parlamento ji bo bikarbe xizmeta Sûriyeyiyan bike û daxwazên wan pêk bîne divê rewşa be, gel ew hilbijartibe û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike. Eger nûnertiya hemû herêman neke û dê gel bawerî nede qanûn û biryarên ku parlamento derdixe.”

Nûnerên parêzgeha Siwêdayê di parlamentoya Sûriyeyê de nîn in. Şirûq têkildarî vê mijarê got: “Şêniyên parêzgeha Siwêda ji destpêkê ve nexwestin ku cihê xwe di avakirina parlamento de bigirin. Li gorî baweriya wan parlamento ne rewa hatiye avakirin. Xelkê Siwêdayê bi taybet naxwaze bi hikumeta demkî re bixebitê, bi taybet piştî buyerên meha tîrmehê 2025`an. Eger nûnerên parçeyekî xaka Sûriyeyê di saziya qanûnsaz de nebin, ev neyînî bandor li ser rewabûna wê ya neteweyî dike. Dûrî mekanîzemya avakirina meclisê heke di meclisê de nûnerên hemû pêkhate û herêmên Sûriyeyê nebin, ew meclis bi temamî ne rewa ye û biryarên ku derxîne ji aliyê tevahiya gelê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin. Ji ber parlamento ne bi mekanîzmayên demokratîk hatiye avakirin.”

Şirûq Ebû Zêdan di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Parlamento ku bikare hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bîne, divê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike. Her wiha jin, ciwan bi edalet cihê xwe tê de bigirin û neyên paşguhkirin. Ji bo parlamento rewa be divê hilbijartin çêbibin û Sûriyeyî nûnerên xwe hilbijêrin.”

Parêzer û çalakvana Durzî Şirûq Ebû Zêdan wiha dawî li gotinên xwe anî: “Parlamentoya ku bikare Sûriyeya nû ava bike divê bi îradeya gel a azad were hilbijartin. Serbixwe be û erkên xwe yên zagonsaz û şopandinê pêk bîne. Karê hikumetê bişopîne û saziyên wê lêpirsîn bike.”

(np)

ANHA