Parlamenter Sirri Sakik: Ger dewlet dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê gavên qanûnî biavêje

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, der barê daxuyaniya KCK’ê de got “Ger dewlet bi rastî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê gavên qanûnî û demokratîk biavêje.”

Parlamenter Sirri Sakik: Ger dewlet dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê gavên qanûnî biavêje
8 tîrmeh, 2026   10:26
NAVDNDA NÛÇEYAN
DOGAN CIHAN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik der barê daxuyaniya KCK’ê û hevdîtinên dîplomatîk ên dawîn ên Tirkiye, Sûriyeyê, Iraq û Îranê de pirsên ajansa me bersivandin. 

Sirri Sakik da zanîn ku daxuyaniya KCK’ê ji bo domdariya pêvajoyê peyamek e û wiha got: “Gelê Kurd gelek caran bihîstiye ku “em ê çareser bikin.” Niha dema gotinan derbas bûye, niha demê gavên pratîk e.”

Sakik diyar kir ku dîplomasî mafê dewletan e lê heke ev hevkarî tenê li ser “ewlehiya” Kurdan were avakirin, ew ne aştiyê tîne û ne jî aramiyê.

‘DIVÊ KURD PÊWENDIYÊN XWE YÊN NAVXWEYÎ XURTTIR BIKIN’

Sirri Sakik bal kişand ser derfetên ku niha di pirsgirêka Kurd de derketiye holê û wiha domand: “Kurd ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê, ne li Iraqê û ne jî li Îranê aramiya domdar nayê avakirin. Ji ber vê yekê, divê Kurd yekem pêwendiyên xwe yên navxweyî bi hêztir bikin, zimanê yekitî û diyalogê bi pêş bixin.

Di daxuyaniya dawîn a KCK’ê de kîjan xal ji we re herî girîng bûn? Li gorî we armanca sereke ya vê daxuyaniyê çi ye û ev daxuyanî ji bo pêvajoya çareseriyê çi peyam dide?

Ji min re ya herî girîng ew e ku di daxuyaniyê de bal kişandin ser wê yekê ku pêvajoya aştiyê tenê bi gotinan nayê meşandin. Ger dewlet bi rastî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê gavên qanûnî û demokratîk biavêje. Ji bo pêvajoyekê ku pê ewlehiya civakê û baweriya gelan ava bibe, daxuyaniyên siyasî bi tenê têr nake.

Ez vê daxuyaniyê wekî bangekê ji bo domandina pêvajoyê dibînim. Peyama sereke ew e ku heke îradeyek ji bo çareseriya demokratîk hebe, divê ev îrade bi kiryaran were piştrastkirin. Gelê Kurd gelek caran bihîstiye ku “em ê çareser bikin.” Niha dema gotinan derbas bûye; niha dema gavên pratîk e.

Em dixwazin ev pêvajo ne tenê raweste, lê bi bingehekî demokratîk û mafperest berdewam bike.

Di van demên dawîn de tevger û gavên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de zêde bûne. Li gorî we ev hevkarî yan jî dan û standin dê çawa bandorê li rewşa siyasî ya Kurdan bike?

Rastiya herêmê ev e ku tu guhertinek bêyî hesabkirina pirsgirêka Kurd ne pêkan e. Kurd ne meseleya 4 welatan in; Kurd miletek in ku li çar parçeyan dijîn û di her welatekî de daxwazên xwe yên demokratîk hene.

Dîplomasiya dewletan mafê wan e. Lê heke ev hevkarî tenê li ser “ewlehiya” Kurdan were avakirin, ew ne aştiyê tîne û ne jî aramiyê. Dîrok nîşan da ku siyasetên înkar, zordarî û operasyonan pirsgirêk ne çareser kirine, berevajî wê, ew kûrtir kirine.

Ger ev dan û standin li ser bingeha maf, demokrasiya û hevjiyanî were avakirin, ew dikare derfet be. Lê ger armanc tenê koordînasyona tedbîrên ewlehiyê be, wê ne ji bo Kurdan û ne jî ji bo heremê encameke erênî çêke.

Encamên van pêwendiyên nû yên 4 welatan li ser siberoja pirsgirêka Kurd çi ne? Hûn xetere û derfetên sereke li ku dibînin? Kurd divê çi bikin?

Di her krîza herêmî de hem xetere hene hem jî derfet. Xetere ew e ku dîsa pirsgirêka Kurd tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê were dîtin. Ev nêzîkatî di sedsaleke borî de tu encameke baş neda.

Derfet jî ew e ku niha hemû kes dizanin bê çareserkirina pirsgirêka Kurd ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê, ne li Iraqê û ne jî li Îranê aramiya domdar nayê avakirin. Ev rastiyek e ku nikare were veşartin.

Ji ber vê yekê, divê Kurd yekem pêwendiyên xwe yên navxweyî bi hêztir bikin, zimanê yekitî û diyalogê bi pêş bixin û li ser mafên demokratîk, ne li ser cudahiyan, li hev bikin. Her wiha divê civaka navneteweyî jî bizane ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ewlehiyê ye; ew meseleya maf, demokrasî û welatîbûna wekhev e.