Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde

Sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hember zîhniyeta desthilatdar û şîdetê di nava salekê de nêzî 30 hezar plansaziyên çalakî û perwerdeyan pêk anîn û bi dozan re mijûl bûn.

Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
Performansa salekê ya saziyên jinan: Nêzî 30 hezar çalakî û perwerde
25 mijdar, 2025   03:30
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ên qadên dîplomasî, civakî, çandî, hunerî û ewlekarî hene.

Bi minasebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan me xwest bi vê nûçeyê balê bikişînin ser keda jinan a ku di vê oxirê de tê dayîn.

Me bi vî awayî di heyama salekê de jinan ji bo parastina xwe çi kir, rêz kiriye. Daneyên nûçeyê ji saziyan hatine wergirtin.

KAMPANYA Û ÇALAKÎ

Ji bo 25`ê Mijdara Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a 2024`an, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em hêza xwe bikin yek û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze û hêza xwe ya parastina jinan bi pêş bixe" bernameyeke çalakiyan çêkir.

Ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê (2025) Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin” çalakiyên xwe li dar xistin.

Di 23’yê Adarê (2025) de Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya 300 delegeyên endamên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser, jinên ji Heleb û Şamê hat lidarxistin.

Di 24`ê Adarê (2025) de Platforma Çalakiyên Hevbeş bi armanca piştgiriya jinên li herêmên perava Sûriyeyê bi dirûşma "Piştevaniya jinên sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye" pêngavek bi rêxistin kir.

Di 7`ê Nîsanê (2025) de nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di bin banê "Civîna Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd" de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kir.

Di 30`ê Tîrmehê (2025) de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya jinan li Siweydayê bi dirûşma ''Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê ji qirkirinê " kampanyayek organîze kir.

Di 20`ê Îlonê (2025) Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" bi amadebûna gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, perav û Şamê, derdora 700 delegeyan bi beşdarbûna jinên ji Siwêdayê bi rêya Zoomê li dar xist.

12`ê Cotmehê (2025) bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan, em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk, nenavendî ava bikin" Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanyayek ji bo daxwaza avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk da destpêkirin, ew kampanya 12`ê Mijdarê bi dawî bû.

Di 15`ê Mijdarê (2025) de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin da ku tundûtûjiyê bi dawî bikin” kampanyayek li dar xist.

Di vê salê de (2025) ji bo balkişandina ser girîngiya sîstema hevserokatiyê hejmarek konferans hatin lidarxistin.

GERA ŞANDEYA JINAN

Ji bo gihandina deng û daxwazên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji civakên li cîhanê re, binpêkirinên ku li dijî jinan li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin, danasîna sîstema Rêveberiya Xweser, rol û destkeftiyên jinan di qadên cuda yên di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan û Kombûna Jinan a Zenûbiya pêk tê, serdanan gelek welatan kir.

Şandeya jinan di nêzî mehekê de serdana Fransa, Almanya, Belçîka û Swîsreyê kir, 50 hevdîtin û civîn pêk anîn, li konferans û festîvalan amade bûn, gelek aliyên girêdayî hikumetan, partiyên siyasî, gel, rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan û komeleyan kirine.

NÊZÎ 40 ŞANDEYÊN JINAN SERDANA HERÊMÊ KIR

Li gorî agahiyên ku me ji Kongra Star wergirtine, ji Mijdara 2024`an heta Mijdara (2025) nêzî 40 şandeyên ku ji jinên hiqûqnas, rojnamevan, rêxistinên jinan ên civaka sivîl ên navneteweyî bi armanca naskirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi Şoreşa Jinan tê naskirin, serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA; 2 HEZAR Û 56 CIVÎN, 37 PERWERDE

Li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê  ji bo birêxistinkirina civakê bi jinan û gel re 2 hezar û 56 civînên çêkirine. Hezar û 417 çalakî, hemle, komxebat, şahî û çalakiyên protestokirinê li dar xistine.

Li kantonên navborî 37 perwerdeyên rêxistinî, xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, fêrkirina xwendin û nivîsandinê, dirûtin û kuafuriyê hatine çêkirin, 678 jin tev li wan perwerdeyan bûne.

Berdevka Mala Jinan a li bajarê Reqayê Newal Salih El Mehmûd jî destnîşan kir ku ji aliyê jinan ve bertek û helwestên li hemberî tundiyê çêbûne, tevlêbûn û amadebûna jinan di sazî û qadan de li ser asta civakî, xebata xwe û di nava malbata xwe de jî bûye ji sedî 75. Niha dengê xwe digihînin aliyên eleqeder, guhertinek berbiçav heye. Kesên ku pirsgirêkên wan tên çareserkirin, her spasiya wan dikin û bi sîstema jinan a di nava pergalê de kêfxweş in û birêxistinbûyîna jinan diecibînin û got: “Jinên ji bajarên Siwêda, Laziqiyê, Heleb û Şamê jî meraqa sîstema jinan a li herêmê dikin, serdanê dikin û pêşketinê dibînin.”

HEZAR Û 630 JIN Û MÊR TEV LI PERWERDEYÊN KONGRA STAR BÛNE 

Kongra Star jî li kêlek bîlançoyek dagirtî bi çalakiyan, li kantonên Cizîrê, Firatê û her du taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê perwerdeyên ji bo pêşxistina jin û civakê, parvekirina dîrok û zanista jinan, Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” birêxistin kirine. Hejmara perwerdeyên vekirî û girtî gihîştine 97 dewreyên perwerdeyê, hezar û 601 endam tevlî bûne. Dewreyeke girtî ya mêran jî hatiye çêkirin û 29 mêr tev lê bûne.

‘RASTIYA SÎSTEMA DESTHILATDAR JI BO MÊRAN JÎ HATIYE DIYARKIRIN’

Endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo da zanîn êdî têkoşîna li dijî tundî, dagirkeriyê û newekheviya di nava civakê de tê dîtin, divê jin û mêr bi hev re vê têkoşînê bidin meşandin, yek ji biryarên me yên kongreya herî dawî jî pêşxistina perwerdeyên mêran bûn û wiha anî ziman: “Di encama perwerdeyan de, hatiye naskirin ku çawa jin rastî sîstema desthildar tê, mêr jî bi vî awayî ye, ev rastî ji bo mêran jî hatiye diyarkirin, gelek hevalên me yên mêr jî vê rastiyê dibêjin. Me di nava şoreşê de dît bê çawa sîstema hevserokatiyê pêş dikeve, derketina mêran li dijî tundiyê encama zanebûnekê ye ku di Şoreşa Rojava de hate pêşxistin. Encama fikr û felsefeya Rêber Apo ye.”

MALA JINAN ÊN LI FIRATÊ, CIZÎR Û HELEBÊ; 4 HEZAR Û 477 SERLÊDAN

Li Malên Jinan a li bajar û bajarokên li kantona Firatê, Cizîr û Helebê (taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) ji Kanûna 2024’an heta 1`ê Mijdara 2025`an ji bo 4 hezar û 477 dozan serlêdan hatine kirin, ji wan 2 hezar û 295 çareser bûne, ên ku hîn tên çareserkirin jî hezar û 246 doz in. Dozên ceza yên ku ji bo dadgehê re hatine şandin wekî dozên pirhevserî, zewicandina di temenê biçûk de û tundî 659 doz in, ên ku ji bo saziyên peywendîdar re hatine şandin 277 doz in, dozên revandin anku jinên rastî êrişeke elektronîk hatine û ji malên xwe derketin jî 280 doz hatine çareserkirin.

MALA JINAN A AŞTARÛT; 50 SERLÊDAN

Ji Mijdara 2024`an heta Mijdara (2025) Mala Jinan a Eştarût ku navendên wê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê hene û li bajaran nû hatine vekirin, 50 serlêdan hatine kirin, ji wan 28 hatine çareserkirin, 4 tên çareserkirin, 9 sewqî Meclisa Jin a Edaleta Civakî hatiye kirin û 3 jî ji bo dadgeha dêrê hatine şandin.

MALÊN JINAN ÊN LI REQA, TEBQA Û DÊRAZORÊ; HEZAR Û 447 SERLÊDAN

Ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara (2025) li Kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê hezar û 447 serlêdanên mala jin hatine kirin, ji wan 657 hatine çareserkirin, 446 tên çareserkirin, ji 542 sewqî Meclisa Jin a Edaleta Civakî hatiye kirin û 5 jî radestî saziyan hatiye kirin.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN; 893 GILÎ, SÛC Û DOSYA

Ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ji bo girtina holan (kazîno) û kesên ku li parsê digerin 2 hemle çêkirine, di encamê de 5 hol girtine. 71 giliyên girêdayî sûcên cuda yên li dijî jinan tên kirin, hatine. Sûcên ku hatine gel wan û çareserkirine 171 in û dosyayên girêdayî tundiyê yên ku hatine ber destê wan jî 651 dosyan e.

MECLISA JINAN A EDALETA CIVAKÎ; 5 HEZAR Û 32 DOZ

Ji Cotmeha 2024`an heta Cotmeha (2025) ji malên jinan, dozgerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li kantona Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) 5 hezar 32 doz hatine, ji wan 2 hezar û 459 hatine çareserkirin û 2 hezar û 573 jî hîn tên çareserkirin.

XEBATÊN WEQFA JINAN

Weqfa Jinan a Azad a Sûriyeyê ji bo pêşxistina jinan û civakê di warê perwerdehî, tenduristî, dîplomasî û projeyên koperatîf de xebat daye meşandin. Weqfeyê 5 hezar û 572 semîner (tundiya li dijî jinan, zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, çand û exlaq, mafê jin û rexne) dane, hejmara jinên ku beşdarî semîneran bûne, 6 hezar û 938 jin in. Ji bo heman mijaran wan hezar û 603 serdanên li mal û kampan pêk anîne.

Weqfê 684 semînerên girêdayî tenduristiyê (nexweşiyên jinan, ducanî, paqijî, tedawiya bi giya, nexweşiyên zarokan, nexweşiyên derûnî û şîretên ser nexweşiyên sermayê), 6 hezar û 198 jin ji van semîneran sûd wergirtine. Li Navendên Arî ya Tenduristiyê yên girêdayî weqfeyê (Qamişlo, Dirbêsiyê, Kobanê û Dêrik) 4 hezar û 18 nexweş hatine tedawîkirin û hezar û 954 nexweş serî li kilînkên gerok ku ew jî girêdayî weqfê ne dane.

Ji bo pêşxistina rewşa aborî û pîşeyî ya jinan bi rêya dewreyên perwerdeyê û projeyên pratîk weqfeyê perwerdeyên dirûtin, çêkirina poran, hemşîretî, kompîyoterê, şêwekariyê, muzîkê, zimanê Kurdî û Ingilîzî birêxistin kirine, 566 jin tevlî bûne.

Weqfeyê ji bo piştgiriya jinên ku karên destan dike li bajarê Qamişlo, Heleb û Kobanê pêşangeh organîze kirine û di vê salê de li bajarê Reqayê dikaneke karên destan vekir.

TEVGERA ÇANDA JINAN Û BI DEHAN XWENDEKAR

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn jî 8 stranên ên bi klîb û bêklîp bi navçn Cangoriyên Welat, Tol, Bazên Zagrosê, Mehrosê, Şehîd, Şervanên Aştiyê, Berxwedana Şêxmeqsûdê û Jina Sûrî derxistine.

Tevgerê Mîhrîcana Çand û Hunera Zarokan li dar xistiye û di organîzekirina Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan de jî cih girtiye.

Li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a girêdayî tevgerê 60 xwendekar hene, di heman demê de di Dibistana Nuêla de jî 75 zarok fêrî şano, wêne, muzîk (keman, gîtar, tembûr û rîtîm) dibin.

ANHA