Siûdî bi balafirên şer Yemenê bombebaran kir

Danê sibehê balafirên şer ên Siûdiyê şeş caran êrişî deverên paytexta Yemen Senayê kirin ku di bin kontrola Hûsiyan de ye.

Siûdî bi balafirên şer Yemenê bombebaran kir
22 mijdar, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî di medyayên erebî de hatine belavkirin, Erebistana Siûdî bi balafirên şer êrişî baregehên Hûsiyan ên li paytext Senayê kiriye.

Hate ragihandin ku danê sibehê balafirên şer ên Siûdiyê şeş caran êrişî deverên Senayê kirin ku pênc caran Çiyayê Etanî yê li başûrê rojavayê paytextê kirine armanc ku baregehê fermandariya lîwayên mûşekî yên artêşa berê ya Yemenê tê de ye, êrişa din jî stasyona sotemeniyê ya li beşê rojavayê Senayê hedef girtiye.

Beriya êrişê çend saetan, drone û mûşekek balîstîk ya Husiyan ku ber bi Riyaz û devera rojavayê Siûdiyê ve hatibû şandin, hatin têkbirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 5’ê Cotmehê ve Encûmena Serkirdayetiya Yemenê bi piştgiriya Siûdiyê operasyona ‘Fecra Yemenê’ li dijî Hûsiyan, bi armanca vegerandina dezgehên dewletê û Senayê ji bin kontrola Hûsiyan destpê kir.