Li stasyona trênê ya Ukraynayê teqîn; 4 kes mirin

Di teqîna li stasyona trênê ya li bakurê Ukraynayê de 4 kes mirin û 12 birîndar bûn.

Li stasyona trênê ya Ukraynayê teqîn; 4 kes mirin
24 cotmeh, 2025   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên bajarê Ovruch ê bakurê Ukraynayê diyar kir ku amûrek teqîner li stasyona trênê ya li bajêr teqiya, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bûn.

Polîsan aşkera kir ku dema ku parêzvanên sînor belgeyên rêwiyên trênê kontrol dikirin, yekî amûra teqîner derxist ser peyarê, piştre teqîn çêbû. Di encamê de xwediyê ew û 3 jin mirin.

Medyayên Ukraynayê daxuyand ku amûra teqiyayî, bombe bû, lê berdevkê Wezareta Hundirîn a Ukraynayê ji AFPˊê re got ew nikarin amûra ku teqiyaye destnîşan bikin.

(fr)