Rûsyayê bajarokek Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê bajarokek li herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye û da zanîn ku di 24 saetên borî de êrişî cihên leşkerî yên Ukraynayê kirine û 231 dron xistine xwarê.

Rûsyayê bajarokek Ukraynayê kontrol kir
14 mijdar, 2026   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku w bajarokê Tersianka yê li herêma Zaporizhzhia ya başûrê rojhilatê Ukraynayê bi dest xistiye.

Wezaretê di rapora xwe ya rojane de diyar kir ku hêzên Rûsyayê binesaziya enerjî û veguhestinê ya ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve dihat bikaranîn, kargehên hilberîna dronan, depoyên cebilxaneyê û cihên bicihbûna leşkerî li 142 deveran kirine armanc.

Wezaretê got ku pergalên parastina asîmanî yên Rûsyayê di 24 saetên dawî de 231 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(fr)