Siyasetmendar: Divê Sûriye li ser esasên nenavendîbûnê were avakirin

Siyasetmedar û çalakvanan got divê destûreke nîştimanî ya berfireh ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were nivîsandin û cihêrengiya çandî û civakî mîsoger bike, were sazkirin û Sûriyeyê li ser esasên nenavendîbûnê were avakirin.

Siyasetmendar: Divê Sûriye li ser esasên nenavendîbûnê were avakirin
19 îlon, 2025   07:10
REQA
MIZGÎN ELÎ

Li gel berdewma aloziya Sûriyeyê û binkeftina hewldanên çareseriyê, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangên avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî zêde dibin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Derwêş got divê Sûriyeya siberojê li ser bingehên nenavendîbûnê û demokrasiyê were avakirin ku nûnertiya adilana ya tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê misoger bike.

Derwîş destnîşan kir ku Sûriye di dîrokê de dergûşa şaristaniyan û pirrengiya çandî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê ev mîrateya çandî bibe bingeha avakirina welatekî nû ji bo tevahî gel û pêkhateyên wê.”

Derwîş di dewama axaftina xwe de banga avakirina Sûriyeya demokratîk kir û got: "Piştî zêdetirî pêncî salan ji desthilatdariya rejîma Baas a otorîter a ku desthilatdarî yekdest kir û pirrengiya siyasî û civakî ferz kir, êdî bûye ferzek ku em vê derfetê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bikar bînin. Divê nû îradeya gel îfade bike û meşûiyeta xwe ji nirxên çandî û civakî yên her pêkhateyek sûriyeyî wergire.”

Derwîş destnîşan kir ku avakirina Sûriyeyeke pêşerojê bêyî sûdwergitina ji dersên berê nayê bidestxistin û got: "Eger sûriyeyî ji dîroka xwe dersan dernexin, avakirina dewleteke rastîn ji bo tevahî sûriyeyiyan ne pêkan e."

Endama Komîteya Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêrk Qasim jî got divê hevpeymanek civakî ya nû ji bo Sûriyeyê were çêkirin da ku dawî li zilm û neheqiya bi dehan salan a li gelê Sûriyeyê kirine bîne û wiha domand: "Pêdiviya Sûriyeyê îro bi destûreke nîştimanî ya berfireh heye. Divê destûr bi destê sûriyeyiyan were nivîsandin. Divê destûra nû nûnertiya tevahî pêkhate û beşên gelê Sûriyeyê, bi taybetî jinan bike. Divê li şûna zordariyê demokrasî bigire û li şûna neheqî û dûrxistinê mafên mirovan bi rêya avakirina diyalogeke nîştimanî ya berfireh mîsoger bike.”

Stêrk Qasim di dewama axaftina xwe de ‘Danezana Destûrî’ ya ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hate ragihandin rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ev danezan bi hişmendiyeke yekalî hatiye nivîsandin, hêviyên gelê Sûriyeyê pêk nayne. Danezan dûrxistin û bêparhiştinê, bi taybetî paşguhkirina rola jinan didomîne. Lew ra piraniya gelê Sûriyeyê ev danezan red kiriye."

Strêk Qasim di dawiya axaftina xwe de got: “Divê ev danezan deynin aliyekî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re bixebitin û destûrek nû amade bikin ku rastiya pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide û dewletek piralî û demokratîk ava bike ku pêşketnên aborî, civakî û yasayî pêk bîne.”

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo jî diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna demokrasiyê modeleke serketî ye û hêvî kir ku piştî çareseriya siyasî û demokratîk pêk were, ev model li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn.

Sîham Qeryo li ser destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Encama rasterast a beşdariya gel di çêkirina hevpeymaneke civakî ya demokratîk de ku ji komînan heya meclisên tax û bajarokan bigire, heya meclisên bajar û kantonan, herî dawî Meclisa Demokratîk a Gelan ku hevpeyman pesend kiriye."

Sîham Qeryo biryarên siyasî yên yekalî rexne kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê tevahî hêzên siyasî û pêkhateyên civakî yên li ser axa Sûriyeyê beşdarî dayînê biryaran bidin, ji ber ku Sûriyeyê welatekî rengîn e, bi gelên xwe û pêkhateyên cuda wekî Ereb, Suryan, Asur û Kildan û yên din ji sedên salan ve mozaîkeke rengîn çêkiriye."

Sîham Qeryo di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî avakirina siberoja welat, beşdarî kongreyên nîştimanî, danezana destûrî û avakirina hikumeta siberojê bibin û got: "Divê avakirina Sûriyeyê li ser bingehên sivîl, nenavndî û pirrengî be ku îradeya tevahiya sûriyeyiyan nîşan bide.”

(bb)

ANHA