Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir

Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqên Şanoyê bi dirûşma "Şano jiyan e" dest pê kir.

Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn dest pê kir
27 mijdar, 2026   20:02
QAMIŞLO

Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqên Şanoyê bi dirûşma "Şano jiyan e" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Mîhrîcana ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ve, bi sponseriya Şirîketa Mesarî ya Eleketronîk ve hatiye organîzekirin, dê 3 rojan dewam bike. 17 (Deq) testên şanoyê yên bi zimanên kurdî û erebî beşdarî pêşbirkê bûne.

Li gorî komîteya amadekar a mîhrîcanê, ji berhemên tev li pêşbirkê bûne, 9 yên kurdî ne ji aliyê ciwanan ve hatine nivîsandin.

Di roja yekemîn de axaftin ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatine kirin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Yûsif Kûtê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya testên şanoyê û rola yekitiyê di piştevaniya behreyên ciwanan de.

Piştre listikvan Hemalîn Ferman şanoyek pêşkêş kir, hunermend Îsamîl Yûsif jî stran got.

Mîhrîcan bi xwendin û nirxandina testên şanoyê yên beşdaran dewam kir.

(bb)