Li Siwêdayê pevçûn: 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn

Li gundewarên Siwêdayê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî de pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Li Siwêdayê pevçûn: 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn
27 mijdar, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li gundê Rîma Hazim ê Siwêdayê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de pevçûn rû da. Çavkaniyan dane zanîn ku di pevçûnê de 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Nûçegihanê Tora Deraa 24 jî ragihand ku di pevçûnê de nuqteyeke hêzên ewlekariyê bi dronên bombekirî hat hedefkirin.

(bb)