Şêx Elî Hemad El Eseed: Nemaya Rêbertî girîngiya eşîran zindî dike

Nûnerê qebîleya El Cibûr şêx Elî Hemad El Eseed anî ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan sînorê Sûriyeyê derbas kiriye û got nameyê qîmet û girîngiya qebîleyan zindî kir ku di serdema rejîma Baasê de hatibû paşguhkirin.

Şêx Elî Hemad El Eseed: Nemaya Rêbertî girîngiya eşîran zindî dike
19 îlon, 2025   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN- ZEYNEB ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan çend roj berê nameyek ji eşîrên Ereban ên li Sûriyeyê re şandibû. Rêber Abdullah Ocalan di nameyê de banga yekitiya Kurd û Ereban û piştgiriya QSD’ê dike.

Nûnerê qebîleya El Cibûr a Sûriyeyê şêx Elî Hemad El Eseed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji dema rejîma Baasê desthilatdara Sûriyeyê bi dest xist, eşîr û qebîleyên resen ên li Sûriyeyê hatin paşguhkirin. Şêx El Eseed got: "Rejîma Baasê ku 1963’yan desthilatdarî bi dest xistibû, rol ji destê serokeşîrên Sûriyeyê çi Ereb, çi Kurd, çi jî mezhebên din ên wekî Kildan, Ermen û yên din derxist. Rejîmê kesên din anîn û kirin nûnerên eşîran. Em naxwazin qîmeta wan biçûk bikin, lê ew her kes dizane ew çi kes in û qîmetên wan çi ne. Bi vê yekê re êdî tu qîmet ji eşîrên resen re nehişt."

Şêx Elî Hemed El Eseed anî ziman ku ji sala 1963’yan vir ve wan wekî nameya Rêber Abdullah Ocalan wernegirtine û destnîşan kir ku ew niha girîngiya eşîr, qebîle û şêxên eşîrên resen fam dikin ku rejîma berê ya Baasê ew paşguh kirin.

Nûnerên qebîleya El Cibûr nameya Rêber Abdullah Ocalan bi "neteweyî" nirxand û got: "Name ji tevahiya eşîran hem ên li Cizîrê, hem, yên li Reqa û Tebqayê û herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî wê re ye."

Şêx El Eseed anî ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan şêxên eşîran teşwîq kiriye ku birînên berê derman bikin û got: "Em spasiya Rêbertî dikin û hêvî dikin ku di zûtirîn dem de were azadkirin.”

Şêx Elî Hmad El Eseed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku helwesta wan der barê nameya Rêber Abdullah Ocalan erênî ye û da zanîn ku ew qebîleya El Cibûr û qebîleyên din ên Ereban tevahî nameyên erênî pêşwazî dikin.

(bb)

ANHA