Dadgeha Federal biryarên hikumeta Iraqê yên têkildarî Başûr erê kirin

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryarên hikumeta Iraqê yên têkildarî Başûrê Kurdistanê erê kirin û da zanîn ku li gorî destûrê, mafê Hikumeta Federal heye ku sînoran biparêze, deriyên sînorî bi rê ve bibe, karên gumrikê û çavdêriya sektora petrol û gazê bike.

Dadgeha Federal biryarên hikumeta Iraqê yên têkildarî Başûr erê kirin
25 mijdar, 2026   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê têkildarî biryarên serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên taybet bi deriyên sinorî û dosyaya petrola Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema şîrovekirina xalên destûrê de divê tekezî li ser wê bê kirin ku parvekirina desthilatan di navbera Hikumeta Federal û Herêmê de, nabe ziyanê bide yekîtî û serweriya welêt, yan jî wan desthilatên ku destûrê bi zelalî diyar kirine parçe bike. Her wiha rê nade ku karên hevbeş bên rawestandin û ew hevkariya ku di destûrê de hatiye diyarkirin bê piştguhxistin.

PARASTINA SÎNORAN

Dadgehê biryar da ku parastina sînorên navneteweyî yên Iraqê ji desthilatên taybet ên hikumeta federale.

Dadgehê diyarkiriye ku li gor madeyên 109 û 110 yên destûrê, Mafê hikumeta Iraqê heye ku hêzên çekdar ên federal belav bike û ji bo parastina tevahiya sînorên li gel welatên cîran têdbîrên pêwîst bigire, tevî wan sînorên ku dikevin nava wê axa ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ye.

DERIYÊN SÎNOR

dadgehê diyar kir ku li gorî yasaya Desteya Deriyên Sinorî ya hejmar 30 a sala 2016`an, Desthilatên Federal xwediyê mafê serpereştî, çavdêrî û kontrolkirina hemû deriyên sînor ên Iraqê ne, tevî deriyên Herêma Kurdistanê jî li gel liberçavgirtina birêvebirina gumrikan a bi hemahengiya li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê.

ELEKTRONÎKKIRINA GUMRIKAN

Dadgeha Federal ragihand ku damezirandina sîstemeke nîştimanî ya yekgirtî ya ji bo elektronîkirina deriyên sînor û gumrikan, girêdana wan bi wezaretên federal ve li seranserê Iraqê tevî Herêma Kurdistanê, di desthilata hikumeta federal de ye.

DOSYAYA PETROL Û GAZÊ

Dadgehê diyar kir ku li gorî madeya 112’an a destûrê, birêvebirina petrol û gaza derxistî dê ji aliyê hikumeta federal, hikumeta herêmê û parêzgehên berhemhêner ve be.

Lê Wezareta Petrolê ya Iraqê û desteyên çavdêriyê yên federal xwediyê mafê serpereştî, çavdêrî û hûrbîniyê ne li ser qad, pêvajo û peymanên hilberîn, derxistin, bazarkirin û hinartina petrol û gazê.

SIYASETA DARAYÎ Û GUMRIKÊ

Desthilata hikumeta federal heye ku li seranserê Iraqê tevî Herêma Kurdistanê siyaseta darayî û gumrikî darêje, pênaseya gumrikî ya yekgirtî diyar bike, serpereştî û hûrbîniyê bike û dahatên giştî yên bac, xerc û dahatên nepetrolî vegerîne xezîneya giştî.

SÎNORÊ ERDNÎGARÎ YÊ DESTHILATÊN HERÊMÊ

Dadgehê biryar daye ku sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê li gorî Madeya (53/A) ya Yasaya Birêvebirina Dewletê û Madeya 143`yan a destûrê tê diyarkirin.

Ev sînor wan navçeyan li xwe digire ku heta roja 19’ê Adara 2003’yan ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve li parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyale û Neynewayê dihatin birêvebirin.

Desthilata Herêma Kurdistanê nikare dirêj bibe li derveyî wî sînorî, li gel liberçavgirtina bendên destûrî yên taybet bi deverên nakok (Madeya 140’î).

Her wiha diyar kir ku birêvebirin û bikaranîna desthilatên destûrî, kargêrî û cîbicîkar li wan herêmên ku dikevin derveyî sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê, tenê di destê desthilatên federal de ye.

Bikaranîna desthilata kargêrî ya defakto ya ji aliyê Herêmê ve li derveyî wî sînorî, tu maf û desthilatan destûrî jê re çênake.

Di dawiyê de jî hatiye gotin ku ev biryar bi piraniya dengan û bi nêrîna cuda ya du endaman hatiye dayîn. Li gorî her du madeyên (93/ duyem) û (94) ên Destûra Komara Iraqê ya sala 2005’an û her du madeyên (4/ duyem) û (5) ên Yasaya Dadgeha Bilind a Federal ya hejmar (30) a sala 2005’an a ku bi Yasaya hejmar (25) a sala 2021’an hatiye guhertin. Ev biryareke dawî û mecbûrî ye ji bo hemû desthilatan û di civîneke vekirî de di 25’ê Mijdara 2026’an de hatiye xwendin.