Partiyên siyasî: Kongra neteweyî dê bibe mertal

Berpirsên partiyên siyasî yên Kurdan ên li Rojava girêdayî gefên li ser Başûrê Kurdistanê diyar kir ku “Planeke qirêjî li ser tevahî Kurdistanê heye, kongreya neteweyî demildest pêwîst e û dê li pêşiya gefên li ser tevahî Kurdistanê bide mertal.”

Partiyên siyasî: Kongra neteweyî dê bibe mertal
27 mijdar, 2026   08:32
QAMIŞLO

Partiyê siyasî yên Kurdan ên li Rojava îro civîneke awarte li ser rewş û gefên dewleta Iraqê yên li ser Başûrê Kurdistanê li dar xist. Partiyên beşdar diyar kir ku ji bo destkeftiyên Kurdan kongreya neteweyî demildest pêwîst e û dê bibe mertalek li pêşiya gefên li ser tevahî Kurdistanê. 

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrî Salih Gedo bal kişand ser pêwîstiya yekîtiya gelê Kurd û wiha axivî: “Em ji Rojava dest pê bikin. Tecrubeya Rojava di vê mijarê de zengîn e. Bûyerên ku di serê sala 2026’an de, êrişên li ser Rojava çawa yekrêziya gelê me çêkir li ser asta tevahiya Kurdistanê, îro bûyerek nû rûdide. Diyar e ku doza Kurd û Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Îro gefên li Başûrê Kurdistanê çêdibin, nîşan didin di xetereyek mezin de ye. Li gel nakokiyên di navbera her du partiyên Başûr de jî, li hember gefan karîn gavan biavêjin. Bandora wê li ser Rojava jî mezin bû. Îro gelek deng hene ji bo ku kongreya kurdî li dar bikeve. Dê kongre bikare lêvegereke kurdistanî çêke. Dê bibe mertal li pêşiya gefan.”

‘PLANEKE QIRÊJÎ YA GIŞTÎ HEYE’

Serokê Partiya Lîberal a Kurd li Sûrî Ferhat Têlo diyar kir ku îro bi hinceta petrol û deriyên sînor, dixwazin planeke qirêjî çawa li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn, li Başûr jî pêk bînin û wiha got: “Niha çawa ku dixwazin li Bakurê Kurdistanê pêvajoyê rawestînin û plana êrişî Îranê dikin, niha dixwazin statuya Başûrê Kurdistanê bixin nava nîqaşê. Beriya salekê Tom Barrack got li Rojhilata Navîn herêmên federal namînin, ne li gorî berjewendiyên Amerîkayê ne. Ev gotin ne jixwe ne. Niha planek li ser giştî Kurdistanê heye. Heta di nakokiyên her du partiyên Başûr de jî, destê hundir û derve tê de bû. Ev plana ser Başûrê Kurdistanê Kurd kirin yek. Îro em her Kurdek deyndarê vî welatî ne, deydarê şehîdan in. Deyndarê destkeftiyên ku çêbûne. Em di wê baweriyê de ne eger xetereyek li ser Başûr çêbe, dê gerîla beriya pêşmerge li pêşiya dijmin raweste. Ez dibêjim Kurdistan ji planan xurttir e.”

(bî)

ANHA