Li gundewarên Derayê du leşker hatin kuştin

Li bajarokê El Qiniya ya dikeve bakurê Derayê du leşkerên wezareta parastin ji aliyên çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Li gundewarên Derayê du leşker hatin kuştin
27 mijdar, 2026   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li nêzî girê El Ketîba yê dikeve başûrê bajarokê El Qeniya ya bakurê Derayê du leşkerên wezareta parastinê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Cenazeya her du leşkeran rakirin nexweşxaneya El Senemîn. Her du leşker ji El Senemînin lê nasnameya kesên çekdar hîna nehatiye naskirin.

(np)