Aloziya li rêya Şam-Siwêda berdewam e

Ev 2 roj e, rêya Şam-Siwêda ji aliyê êlên Bedû ve girtî ye. Êlên Bedû vê carê rêya Şam-Siwêda li herêma Mitalayê qut kirin.

Aloziya li rêya Şam-Siwêda berdewam e
18 îlon, 2025   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên “êlên Bedû” rêya Şam-Siwêda li herêma El Mitala girt. 

Hêjayî bi bîrixistinê ye ku rê hîna girtî ye, ruxmî ku Hikumeta Veguhêz berovajî wê îdia dike. Tenê erebeyên xêrxwaziyê dikarin derbas bibin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku rêya Şam-Siwêda ji aliyê êlên Bedû ve hatiye girtin, piştî ku endamên benda kontrolekê ya hêzên Hikumeta Veguhêz a li Edliye nehişt êl bikevin Şamê.

Beriya wê jî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wê, lihevkirina agirbestê li Siwêdayê gelek caran binpê kirin û ji baregehên xwe yên li bajarokê Xirbet Semer bajarokê Era yê rojavayê parêzgehê topbaran kirin. Lê agahiyên der barê windahiyên canî û madî de nehatin bidestxistin.

(şx)