PKK`ê ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve-1

PKK`ê ji destpêka avakirine heyanî lidarxistina kongreyê 12`emîn ji aliyê siyasî, leşkerî û fikrî ve gelek guhertin pêk anî. Ji bo hebûna gelê Kurd têkoşîneke neteweyî û şoreşgerî bi rê ve bir.

PKK`ê ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve-1
27 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Beşa yekem: Avakirin, têkoşîn çekdarî û agirbestên çêbûyî 

Sala 1973`an ji destpêka bikaranîna dirûşma `Kurdistan dagirker e` heyanî 50 salî, ji kongreya avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 27`ê Mijdara sala 1978`an heyanî kongrê 12`emîn Gulana 2025`an tevgerê di şert û mercên herêmî û navneteweyî de têkoşîneke bêhempa raber kir.

Tevgerê ne tenê di aliyê siyasî û leşkerî de hebûna gelê Kurd isbat kir, di heman demê de di aliyê çand, huner, ziman û erdnîgarî de rêxistinkirina xwe berfireh kir. Bi hezaran keç û xortên Kurd di vê têkoşînê de canê xwe feda kir. PKK`ê ji bo hebûna gelê Kurd bê isbatkirin û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, tê koşiya.

Di beşa yekem a vê raporê de em ê cihê bidinn salên heftê yên sedsala bîstan dema ku PKK`ê hate avakirin. PKK`ê çima stratejiya xwe ya şer guhert û kire Şerê Gel ê Şoreşgerî, derbeyên li Tirkiyê çêbûn, berxwedana girtîgehan, agirbest û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo vebêjin.

PKK`ê LI HEMBER ÎNKARÊ DESTBI TÊKOŞÎNÊ KIR

PKK`ê ji destpêka hat avakirin heyanî ku xwe fesix kir li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşiya. Di aliyê siyasî, civakî û çandî de ji bo pirsgirêka Kurd xebitî. Bi saya têkoşîna partiyê hebûna gelê Kurd hat naskirin û li ser asta herêmê û Rojhilata Navîn bandor çêkir.

AVAKIRIN, KONGREYÊN YEKEM Û DUYEM

Bi şehadeta Hakî Karer re, PKK'ê kongreya xwe ya yekem di 26-27`ê Mijdarê 1978`an de li gundê Fîsê yê girêdayî herêma Lîcê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dar xist. Di kongreyê de bi tevlîbûna 22 têkoşeran ku di nava wan du têkoşerên jin hebûn, avakirina PKK`ê fermî raghandin. Ji kêliya destpêkê ya avakirina partiyê de di aliyê siyasî, leşkerî û hwd rol ji bo jinan hat dayîn.

PKK`ê li ser bingehê xebatên xwe yên salê û dema borî binirxîne û xwe ji nû ve ava bike, kongreyên xwe li dar dixist. Têkoşîna PKK`ê ji bo azadiya gelê Kurd zêdetirî 50 salî dewam kir.

STRATEJÎ HAT GUHERTIN

PKK`ê ji havîna sala 1979`an ve dest bi perwerde û amadekariyên şerê çekdarî kir. Kadroyên xwe ji perwerdeya siyasî û leşkerî şandin Filistînê û Lubnanê.

12`ê Îlona 1982`an dewleta Tirk li hember şoreşgeran derbeya leşkerî pêk anî û hejmarek ji kadroyên partiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Ji ber vê yekê îlankirina têkoşîna çekdarî hat taloqkirin. Di encama derbeyê de gelek partiyên siyasî, sendîqe û saziyên siyasî yên Tirkiyê xwe fexis kirin. Her wiha şoreşger û kesên li dijî sîstema Tirkiyeyê bûn, hatin girtin. Her wiha sala 1978-1980'an şerê Hilwan û Sîverek çêbû û li Mereşê komkujî pêk hat.

BERXWEDAN JIYAN E

Li girtîgeha Amedê bi rê û rêbazên hovane îşkence li girtiyan hatin irin. Li hemberî kiryarên hovane û ne mirovî kadroyên PKK`ê li ber xwe dan. 21`ê Adara 1982`an ji pêşengên partiyê Mazlûm Dogan çalakî kir. Şehîd Mezlûm li hember dadgehê xwedî helwest bû û got: "Berxwedan jiyan e, teslîmiyet mirin e".

Çalakiya Şehîd Mazlûm Dogan bû destpêka berxwedana li hember dewleta Tirk û kiryarên wan ên li girtîgehê.

14`ê Tîrmeha 1982`an Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akif Yilmaz dest bi rojiya mirinê kir. Çalakiya rojiya mirinê fireh bû li tevahiya girtîgehê belav bû.

20-25`ê Tebaxa 1982`an partiyê kongreya duyem li kampa Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê li başûrê Sûriyeyê li dar xist. Di kongreyê de belgeyên stratejîk ên Rêber Abdullah Ocalan amade kiribû, hat qebûlkirin.

TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ Û PÊNGAVA 15`ê TEBAXÊ

Piştî kongreya duyem a partiyê, di destpêka îlonê hema salê de komeke xwe da herêmên ser sînor û xwe amade kir ku vegerin Bakurê Kurdistanê.

24`ê Mijdara 1982`an koma Şehîd Şahîn Klavoz (Rêber) ji 8 kadroyan pêk dihat dema ku divegeriyan Kurdistanê di çemê Hêzilê de şehîd bûn.

Destpêka sala 1983`an partiyê li qeraxên çemê Hêzilê kampên leşkerî vekirin û amadekariya têkoşîna çekdarî dikirin. Di civîna 16-18`ê Hezîrana 1984`an de li herêma Xinêrê ya Başûrê Kurdistanê civîn hat lidarxistin. Di wê civînê de Hêzên Rizgarkirina Kurdistanê (HRK) hat avakirin.

Di civînê de plansaziya pêngava 15`ê Tebaxa 1984`an hat dayîn. Li Erûhê (Dihê) ya girêdayî Sêrtê, Şemzînan a girêdayî Colemergê ya Wanê dê çalakî hatibane kirin. Lê çalakiya  Colemergê di heman rojê de nehat kirin.

Mahsûm Korkmaz (Egîd) fermandarê koma 14'ê Tîrmehê ya çalakiya Eruhê bû û Abdullah Ekincî fermandarê koma 21`ê Adarê ya çalakiya Şemzînanê bû. sibeha roja 15`ê Tebaxa 1984'an fermandar Egîd çalakî li dijî qereqola leşkerî kir. Di mizgefta gundê Erûhê de ragihandin ku HRK`ê hatiye avakirin.

Li Şemzînanê jî çalakî hat kirin û di encamê de pevçûn di navbera gerila û leşkerên dewleta Tirk rû de da. Gerila belav kirin û avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ragihand.  Ji wê demê de roja 15`ê Tebaxa 1984`an wekî roja destpêkirina têkoşîna çekdarî tê pêşwazîkirin.

DESTPÊKA HEWLDANÊN JI BO AŞTIYÊ

25-30 Îlona 1986`an PKK'ê kongreya xwe ya sêyemîn li Lubnanê li dar  xist. Di wê kongreyê de Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) hat avakirin.

Di navbera 26-31`ê Çileya 1990`î de partiyê kongreya xwe ya çaremîn li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê pêk anî. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku gerîla xwe bigihînin hemû herêman û herêmên sor bên ragihandin.

17`ê Adara 1993`an Rêber Apo di civîneke çapemeniyê de ku Celal Talabanî jî amade bû, agirbet ragihand. Di 16`ê Nîsana 1993`an li Bir Elyas a Lubnanê civîna çepemeniyê hat lidarxistin û tê de hat raighandin ku dema agirbestê hat dirêjkirin.

Di civîna çepemeniyê ya 16`ê Nîsanê de Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Ehmed Turk û Kemal Borkayî amade bûn, piştgiriya xwe ji bo agirbestê ragihandin.

17`ê Nîsana 1993`an  dema ku Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal hat kuştin agirbest bi dawî bû. Leşkerên Tirkiyê 19`ê Gulana 1993`an êrişî gerila kir û di encama êrişê de 13 gerila şehîd bûn.

KONGREYA PÊNCEMÎN Û GUHERTINA ÎDEOLOJÎ Û SIYASETÊ

Piştî hilweşîna pergala sosyalîst li cîhanê, PKK`ê kongreya pêncemîn ji 8-27`ê Kanûna 1995`an li dar xist. Li ser vê bingehê di aliyê siyasî û îdeolojîk de guhertin çêbûn.

JI BO PÊVAJOYA AŞTIYÊ GAVÊN RÊBER APO

PKK`ê ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd di salên 1993,1995,1998,1999,2006,2009,2013`an û herî dawî 1`ê Adara 2025`an agirbest ragihand. Lê dewleta Tirk tu gav ne avêt û hîn zêdetir êrîşî gelê Kurd kir.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

8-9`ê Cotmeha 1998`an li hemberî Rêber Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat. Dewleta Tirk leşkerên xwe li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyeyê bi cih kir. Zext li Sûriyeyê kir da ku Rêber Apo ji Sûriyeyê bê derxistin. Ji bo şerekî herêmî neqewimê Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û ji bo pirsgirêka Kurd siyasî bê çareserkirin, berê xwe da Ewropayê. Lê Rêber Apo di encama komploya navneteweyî de 15`ê Sibata 1999`an hate girtin.

Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û girtina Rêbertî partiyê kongreya şeşemîn sala 1999`an li herêma Xinêre li dar xist. Di kongre de rê û rêbazên têkoşîna li hember komployê hat nîqaşkirin.

Sibe: Rêveçûna aştiyê, fesixkirina partiyê û destpêkirina pêvajoya demokratîk

(np)

ANHA