PE’yê rêkeftina Şam û QSD’ê pêşwazî kir

PE’yê rêkeftina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û QSD’ê pêşwazî kir û banga misogeriya beşdariya Kurd bi awayekî aktîv di qonaxa pêvajoya veguhêz û saziyên dewletê de kir.

PE’yê rêkeftina Şam û QSD’ê pêşwazî kir
26 mijdar, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ewropayê (PE) rêkeftina di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de pêşwazî kir û banga misogeriya beşdarbûna Kurd bi awayekî aktîv û bandorker di proseya veguhêz û saziyên dewletê de kir, ji ber ku Kurd hêmaneke bingehîn e di avakirina pergala siyasî ya giştî de.

Ev yek di raporeke PE’yê de, ku roja çarşemê der barê têkiliyên siyasî yên di navbera Yekitiya Ewropayê û Sûriyeyê de hat pejirandin, hate diyarkirin. Ev rapor ku bi 416 dengên erênî, 126 dengên dijber û 101 dengên bêalî hat qebûlkirin. Di raporê de banga pêşxistina stratejiyeke Ewropî ya berfireh û demdirêj kir ku piştgiriyê bide pêvajoya veguhêz û ji nû ve avakirinê. Li gorî ajansa "Agence Europe", di raporê de bang hat kirin ku stratejiyeke Ewropî ya giştî û demdirêj ji bo piştevaniya qonaxa veguhêz û jinû ve avakirinê were dayîn, alîkariyên darayî, ji nû ve hevkarî werin girêdan û ceza werin rakirin.

 Di raporê de ji Komîseriya Ewropî û Nûnera Bilind a YE’yê ya Kar û Barên Derve daxwaza amadekirina stratejiyeke serbixwe kir ku armanc û rojev û nîşaneyên zelal tê de hebin da ku piştgiriyê bidin veguhastina siyasî bi serkêşiya Sûriyeyê, xurtkirina saziyên dewletê û alîkariyê di çareserkirin û jinûve avakirinê de bike.

Hat destnîşankirin ku pêwîst e mafên mirovan, hindikahiyên olî û neteweyî werin parastin, veguhastina siyasî-piralî û giştî bi rêvebeirya Sûriyeyê were parastin ku hemû pêkhate beşdarî saziyên dewletê bibin.

 Li gorî di raporê de hatiye texmînên Banka Navneteweyî ya ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê di navbera 141 û 343 milyar dolarî de ye û hat gotin ku zêdetirî 15.6 milyon Sûriyeyî bi hewcedariya alîkariyên mirovî ne.

 PE’yê bang li desthilatên Sûriyeyê kir ku bi civaka navneteweyî re hevkar bin ku şert û mercên siyasî, ewlehî û yasayî yên guncaw ji bo vegera ewle û bi rûmet û dilxwazî ya koçberan pêk bînin.

Di raporê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku derfetê bidin penaberan ku beriya biryara vegerê bidin serdana herêmên xwe bikin û binêrin rewşa vegerê guncaw e yan na. 

Raporê girîngî da parastina yekitiya Sûriyeyê, serwerî û selametiya xaka wê, bersivdana gefên ewlehiyê di serî de gefên DAIŞ’ê û komên çekdar ên dîtir.

(f)