Şêniyên Qamişloyê salvegera PKK'ê pîroz kir

Şêniyên bajarê Qamişloyê salvegera 48'emîn a damezirandina PKK'ê pîroz kir.

27 mijdar, 2026   19:13
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê salvegera 48'emîn a damezirandina PKK'ê li Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê pîroz kir.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişte endamê Însiyatîfa Gel Şerîf Xelîl axivî.

Di axaftina xwe de Şerîf Xelîl bal kişand ser siyasetên înkar û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û pêvajoyên avabûna PKK'ê vegot.

Xelîl diyar kir ku ramênên Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd kir rojava cîhanê û bi bîr xist ku Şoreşa Rojava berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha îşaret pê kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhest aliyên din ên Kurdistanê û banga yekitiya neteweyî jî kir.

Di şahiyê de hejmarek hunermendan stran gotin, her wiha komên dîlanê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî piştî çalakiyên hunerî û gerandina xelekên govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

(bb)