Salvegera PKK'ê li Hesekê hat pîrozkirin

Salvegera 48'emîn a damezirandina PKK'ê li  bajarê Hesekê hat pîrozkirin.

27 mijdar, 2026   18:34
HESEKÊ

Bi boneya 27'ê Mijdarê salvegera 48'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Şahiya ku gelek kes lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulxenî Oso axivî. Oso dîroka PKK'ê vegot û ev tişt anî ser ziman: "Berî 48 salan mîna vê rojê PKK'ê ava bû. PKK'ê partiya jiyanê ye ku ji tunebûnê hebûn afirand. PKK hêz da avakirin ku li cîhanê dengvedanek çêkir."

Oso destnîşan kir ku avabûna tevgerê di aliyê bîrdozî de vedigire sala 1973'an, lê bi fermî di sala 1978'an de hat ragihandin. Her wiha diyar kir ku tevî çavdêrî û zextên dewletê jî bi hezaran têkoşer cihê xwe di nava partiyê de girtin.

Di pîrozbahiyê de ji rêveberên Kongra Star Nahid Silêman jî bal kişand ser girîngiya vê rojê ji bo jinan û wiha got: "Ev roj ne rojek ji rêzê ye, lê belê roja hebûna me ye. Avabûna partiyê mîna vejandina ramanê azadiya jinan li her cihê ye."

Nahidê di berdewama  axaftina xwe de got: "Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî malbatên şehîdan û jinên Rojava û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Partî ji bo azadiya jinan hêviya herî mezin e."

Piştî axaftinan komên hunerî daketin ser dikê û stran gotin. Şahî piştî gerandina xelekên govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

(bb)

ANHA