27'ê Mijdarê li Dêrikê hat pîrozkirin

Di pîrozbahiya salvegera 48'an a damezirandina PKK'ê de hate gotin, PKK'ê xaleke werçerxê di dîroka gelê Kurd de ye.

27'ê Mijdarê li Dêrikê hat pîrozkirin
27'ê Mijdarê li Dêrikê hat pîrozkirin
27'ê Mijdarê li Dêrikê hat pîrozkirin
27'ê Mijdarê li Dêrikê hat pîrozkirin
27 mijdar, 2026   21:53
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 48'emîn a damezirandina PKK'ê, şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçeratê şahiyek li navenda Ciwanên Şoreşger a Dêrikê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê PYD'ê Bahoz Hesen axivî û behsa dîroka avabûna PKK'ê kir.

Hesen destnîşan kir ku PKK'ê ji bo mafên gelê Kurd, azadî, aştî, edalet û wekheviya di navbera gelan de ava bû.  Hesekê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre koma Cûdî, Koma Elefterêya û hunermend Hesen Dêrik stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA