Cotkar dibêjin tîmên rakirina mayinan pereyan ji wan dixwazin

Cotkarên li Til Temir, Zirgan û Serêkaniyê diyar dikin ku tîmên endezyariyê yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li hember paqijkirina erdên wan ji mayinan, pere dixwazin. Çavkaniyeke ji tîma endezyariyê ku li Zirgan û Til Temirê dixebite ev îdia red kirin.

Cotkar dibêjin tîmên rakirina mayinan pereyan ji wan dixwazin
25 mijdar, 2026   12:27
HESEKÊ

Cotkar dibêjin ku tîm ji bo her erdekê ji 500 dolarî heta hezar dolarî pere dixwazin ku ev yek barekî zêde dixe ser xwediyên erdan ku gelek ji wan nikarin bidin.

Cotkaran diyar kir ku yên ku nikarin pereyan bidin, erdê wan bê paqijkirin tê hiştin, lewma ew nikarin îsal biçînin, di heman demê de mayin jiyana wan û ya malbatên wan dixe xeterê.

Cotkarê bi navê Yasîn El Wecrî yê ji gundê Qubûr El Qerajna ê Zirganê, got şêniyên gundê wî û gundên din ên li ser rêya Zirgan-Til Temirê piştî ku tîman dest bi xebata xwe ji gundê El Ebûş ber bi Xirbet El Şeîr kir, daxwaz kiriye ku tîm bigihêjin erdên wan.

El Wecrî got di roja sêyemîn de, ew matmayî man ku wesayîta paqijkirina mayînan ji Qubur Kebîr ber bi gundê El Mesallata ve çû, li wir erdê cotkarekî hate paqijkirin, lê erdê wan nehat nehat paqijkirin.

Cotkara bi nave Safiya El Qureyş got cotkarên gundê Tel El Ward neçar man ku ji bo paqijkirina zeviyên xwe pereyan bidin tîman. Safiyayê da zanîn ku tîmên paqijkirna mayînan nêzîkî 5 mehan e li herêmê bêyî pêşveçûnek berbiçav dixebitin û negihîştine çend erd û gundan, bi taybet herêma di navbera El Derdara heta Qubur El Qerajina.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Elî diyar kir ku tevî hatina wesayîtên paqijkirina mayînan, erd hîn jî tijî mayin in, lewma deverên berfireh dê neyên çandin.

TÎMÊN ENDEZYARIYÊ BERSIV DA

Çavkaniyeke ji nava tîmên endezyariyê ku li Zirgan û Til Temirê dixebite, di pêwendiyeke telefonê ya li gel ajansa me de ev îdia red kirin.

(k)

ANHA