Leşkerên Tirk li gundewarên Serêkaniyê du bend rakirin

Leşkerên Tirk du bendên kontrolê li ser rêyên şaxî yên gundewarên Serêkaniyê rakirin. Rêyên sereke yên diçin aliyê rojhilat bajêr jî girtî ne.

Leşkerên Tirk li gundewarên Serêkaniyê du bend rakirin
27 mijdar, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihanê me, leşkerên Tirk li ser rêyên şaxî yên gundewarên Serêkaniyê 2 bend rakirin.

Benekên hatine rakirin yek li gundê Um Uşba yê rojavayê navçeya Zirganê ye û yê din jî li gundê Sefehê yê bakurê rojhilatê Serêkaniyê ye.

Çavkaniyan dane zanîn ku rêyên sereke yên rojhilat ên diçin navenda bajarê Serêkaniyê hîna girtîne.

Li gorî çavkaniyan, bendên li ser rêya sereke ya Dirbêsiyê –Serêkaniyê, Til Temir-Serêkaniyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtîne. Benda Alya ya li ser rêya navneteweyî ya diçe bajêr ku ji aliyê hêzên Tirk ve tê birêvebirin, li pêşiya çûn û hatine sivîlan vekirî ye.

(bb)

ANHA