Ji bo daxwazên şêniyên Efrînê bi beşdariya Îlham Ehmed komxebatek hat lidarxistin

Bi beşdariya Îlham Ehmed û çalakvanan li bajarê Efrînê bi komxebatekê geşedanên têkildarî entegrasyonê, mekanîzmaya pêkanîna daxwazên gel ên girêdayî maf, milk, perwerdeya bi zimanê dayikê û rêveberiya xwecih hatin nîqaşkirin.

Ji bo daxwazên şêniyên Efrînê bi beşdariya Îlham Ehmed komxebatek hat lidarxistin
26 mijdar, 2026   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Efrînê bi beşdariya siyasetmedar Îlham Ehmed û hejmareke rewşenbîr, rûspiyên bajêr û gundewarên wê, hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanan, ji bo daxwaza şêniyên herêmê yên di 10`ê Mijdarê (2026) de, komxebatek hat lidarxistin.

Di komxebatê de Îlham Ehmed geşedanên girêdayî pêvajoya entegrasyonê, awayê pêkanîna xalên taybet ên têkildarî Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ên girêdayî perwerdeya bi zimanê dayikê û xwendekarên ku materyalên Rêveberiya Xweser xwendine vegotin û her wiha daxwazên ku şêniyan kirine nîqaş kirin.

Îlham Ehmed bal kişand ser geşedanên siyasî yên li cîhan, Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser gelên herêmê, bi taybet bandora li ser doza gelê Kurd û Sûriyeyê.

Beşdaran jî girîngiya pêkanîna daxwazên ku pêşkêşî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine kirin, anî ziman.

(sb)

ANHA