Trump piştgirî da Elî Zeydî

 Serokê DYA’yê Donald Trump piştgirî da biryarên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo sepandina desthilata dewletê li ser tevahiya Iraqê kir.

Trump piştgirî da Elî Zeydî
27 mijdar, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, peyameke piştevanîyê ji bo Serokwezîrê Iraqê belav kir.

 Di peyamê de hate ragihandin ku Washington piştgiriya hewlên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, yên ji bo vegerandina hegemonya û desthilata fermî ya dewletê li seranserê welêt, dike.

 Hate diyarkirin ku di warê rêgirtina li qaçaxçîtiya dewlemendiya petrola Iraqê, hilweşandina gendeliya îdarî û darayî, komkirina hemû çekan di bin kontrola saziyên dewletê de bi awayekî ku ti aliyek li derveyî yasayê nemîne, piştgiriyê didin.

 Trump destnîşan kir ku her wiha Amerîka piştgiriya hewlên Serokwezîrê Iraqê yên ji bo ‘avakirina Iraqeke yekgirtî, pêşketî û bihêz ku xwedî serbixweyî be û biryarên xwe yên siyasî bi awayekî serbixwe û li ser bingeha berjewendiyên xwe bide’, dike.