Parêzer: Li hember tundiya malbatî dive saziyên qanûnî yên taybet hebin

Parêzer Ahîna Xelîl destnîşan kir ku qanûn li ber têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dibe asteng û divê mekanîzmayên parastina jinan bên dabînkirin.

Parêzer: Li hember tundiya malbatî dive saziyên qanûnî yên taybet hebin
27 mijdar, 2026   06:20
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Parêzer Ahîna Xelîl ji ajansa me re axivî û got di gelek sîstemên qanûnî yên dewletên Ereban de tundiya malbatî nayê lêpirsînkirin. 

Ahîna Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiyên qanûnî û wiha got: "Li gelek dewletên ereban di sîstema qanûnî de kêmasî hene. Ji bo tundiya di malbatê de li jinan tê kirin qanûn nehatiye dayîn. Ew li gorî qanûnên giştî nêzî rewşa jinan dibin. Jina ku tundî ji malbatê dîtibe heyanî ku dozê raneke, dad qebûlnake ku li bûyerê binêre. Gelek jin ji ber ji malbata xwe ditirsin an jî ji civaka xwe şerm dikin doz ranakin. Jinên ku li dijî malbata xwe dozê rakin civak zextê li wan dike da ku dev ji doza xwer berdin.

Hinek qanûn jî di bin navê şerefê de cezayên giran nadin tundrewan û tundiya li ser jinan tenê fîzîkî esas digirin û guh nadin tundiya psîkolojîk, aborî û dîjîtal."

`DIVÊ JIN BÊNE PARASTIN`

Ahîna Xelîl got divê jinên tundî li wan tê kirin bêne parastin û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê divê mekanîzmeyên qanûnî bêne dayîn. Jinên ku tundî li wan tê kirin divê ji kesên tundî li wan kiriye, bêne parastin. Destûr nedin ku ew kes nêzî mal û cihê kar ê wan jinan bibe. Her wiha pêwîste raporên tenduristî û qanûnî bidin jinan û dozê veşartî bi rê ve biçe. Jinên ku tundî li wan hatiye kirin, divê li navendên parastinê bimînin, di aliyê psîkolojîk, civakî û qanûnî ve bi wan re bibin alîkar."

Ji bo çareserkirina pirsgirêka tundiya li ser jinan Ahîna Xelîl wiha got: "Qanûnên kevn têra çareserkirina tundiya malbatê ya li ser jinan nakin. Divê ji bo tundiya malbatî qanûnên taybet bêne diyarkirin. Jinên ducanî û keçikên biçûk dema ku tundî li wan bê kirin, divê cezayê wê giran be. Her wiha dozgeriya giştî jî bikare dozên tundiyê çareser bike û barê tenê ne li ser jinan bimîne. Jinên ku dozê radikin dibe ku kesên tundî li wan kiriye û civak zextê li wan bike û gef li wan bixwe. Ji bo parastina jinan jî divê qanûn, dad, nexweşxane û saziyên civaka sivîl bi hev re bibin alîkar. Dozger, polîs û xebatkarên bi jinên tundî li wan hatiye kirin, didin û distînin divê bêne perwerdekirin û zanibin çawa nêzî van jinan bibin."

`TEDBÎRÊN LI HEMBERÎ TUNDIYÊ`

Ahîna Xelîl anî ziman ku ji bo jin bikarin xwe ji tundiyê biparêzin divê hinek pirsgirêkên wan bêne çareser kirin û wiha mînak da: "Ji ber ew aliyê darayî û aborî ve ne ser bi xwe ne. Divê ji bo jinên tundî li wan hatiye kirin, sindoq hebe û ji aliyê darayî ve bi wan re bibin alîkar. Daîreyên dadê yên taybet ji bo tundiya li ser jinan bên vekirin. Pirtûkên dibistanan û zimanê çapemeniyê di ber çavan re bê derbas kirin. Hişmendiya zayendperestî bê mehkûmkirin."

Di dawiyê de Ahîna Xelîl wiha got: "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berpisyariyek e ku ji me tê xwestin. Ne tenê saziyên qanûnî berpirsyar in. Divê hemû saziyên fermî, civaka sivîl, aliyên perwerdeyê û çapemeniyê bi hev re bibin alîkar. Ji bo ku dawî li diyardeya tundiyê bê, divê destpêkê wek sûc bê pênasekirin. Garantî bê dayîn ku qurbanî dûrî zextê û bê tirs bigihêjin edaletê. Pirsgirêka wan a aborî bê çareserkirin û ew bi rûmet bijîn."

(np)

ANHA