Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane

Partiyên siyasî yên Rojava ji bo nîqaşkirina geşedanên li Başûrê Kurdistanê li Qamişloyê civînekê li dar dixin. Tê payîn ku piştî civînê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane
Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane
Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane
Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane
Partiyên Rojava ji bo rewşa Başûr li hev civiyane
26 mijdar, 2026   12:27
QAMIŞLO

Di van kêliyan de der barê rewşa Başûrê Kurdistanê ya piştî biryarên dawîn ên hikumeta Iraqê de, partiyên siyasî yên Rojava li Avahiya Daîreya Têkiliyan a li Qamişloyê civîneke girtî li dar dixin.

Di civînê de ji bilî partiyên ENKS`ê, nûnerên 29 partî û tevgerên siyasî yên Kurdan amade ne. Li gorî agahiyên ku me ji beşdarên civînê wergirtine, wan ji bo tevlêbûna ENKS`ê vexwendname şandine, lê heta niha ENKS amade nebûye.

Çavkaniyan diyar kir ku ji bo aşkerakirina nîqaş û encamnameya civînê, dê piştî civînê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

(sb)

ANHA