Fermandariya Asayîşa Hesekê hûrgiliyên êrişa Mişêrfê aşkera kirin

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hesekê hûrgiliyên êrişa li dijî navendeke ewlehiyê li taxa Mişêrfê ya bakurê rojavayê Hesekê aşkera kirin û diyar kir ku 2 endame wan şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Fermandariya Asayîşa Hesekê hûrgiliyên êrişa Mişêrfê aşkera kirin
Fermandariya Asayîşa Hesekê hûrgiliyên êrişa Mişêrfê aşkera kirin
25 mijdar, 2026   23:09
HESEKÊ

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl Elî hûrgiliyên êrişa li dijî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li Mişêrfê ya bakurê rojavayê Hesekê diyar kirin. 

Di daxuyaniyeke çapemeniyê li cihê êrişê de Fermandariyê diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê bi 3 motorsiklêtên bombebarkirî êrişî navenda ewlehiyê kir, hemwextî wê gule hatin barandin.

Fermandariyê destnîşan kir ku di encama êrişê de 2 endamên Asayîşê şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

(f)