Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê

Şêniyên Kobanê bi meşeke girseyî piştgirî xwe ji bo  Başûrê Kurdistanê nîşan da û banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
Li Kobanê meşa piştgiriya Başûrê Kurdistanê
26 mijdar, 2026   16:54
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê bi armanca piştgiriya Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma `Bijî yekitiya gelê Kurd` ji qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Aşîtî ve bi rêket. Di meşê de bê navber dirûşmên "Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.

Meş li qada Aşîtî veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin.

Piştre li ser navê gelê Kobanê Gêlo Îsa axivî û got: "Ji navenda bajarê berxwedanê bajarê Kobanê em hemû li pişt xelkên xwe yên Başûrê kurdistanê ne. Îro roja yekitiyê ye. Divê Kurdên çar aliyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrişan rabin. Îro carek din nijadperest bi navên cuda dixwazin vîn û îradeya gelê Kurd têk bibin, bi taybetî dixwezin statuya Başurê Kurdistanê ji holê rakin."

Gêlo Îsa bang li hikumeta Iraqê kir ku pirsgirêkan ne bi zimanê gef û çavsoriyê, lê bi rêya diyalogan çareser bike.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

(ct)

ANHA