Di encama êrişa dronê de li Sudanê 11 kes mirin

Li herêma Kordofanê ya Sudanê di encama êrişeke bi dronê de herî kêm 11 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrişa dronê de li Sudanê 11 kes mirin
27 mijdar, 2026   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Kordofanê ya Sudanê di encama êrişeke bi dronê de herî kêm 11 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyekî tenduristiyê ku ji AFP’ê re axivî, anî ziman ku êriş roja pêncşemê li Kordofan a Rojava li bajarê Ghubeishê hate kirin ku di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) de ye. Çavkanî artêşa Sudanê ji êrişê berpirsyar nîşan da.

Hate raighandin ku wesayiteke sivîl a ku şêniyên herêmê tê de bûn ku ji bazara Munamê diçû bazara Ghubeishê bû hedef.

Şerê ku Nîsana 2023’yan di navbera artêşa Sudanê û HPL de dest pê kir, bû sedema mirina zêdeyî 200 hezar kesî û koçberbûna bi milyonan mirovî. Şer bi giranî li eyaleta Nîl a Şîn a li ser sînorê rojhilatê welêt diqewime. Tê gotin, HPL li herêmê bi pêş ve diçe û hewl dide paytexta eyaletê bi dest bixe.