‘Îran xwe ji bo êrişek nû amade dike’

Hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran a Îranê, ji bo êrişkirina li ser partiyên Kurdî, hêzek çekdarî li gel drone û çekên giran ji bo pênc bajarê Rojhilatê Kurdistanê şandiye

‘Îran xwe ji bo êrişek nû amade dike’
27 mijdar, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Pasdaran a Îranê xwe ji bo êrişkirina li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê amade dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran di nava heftiya borî hêzek çekdarî li gel drone û çekên giran ji bo bajarên Serdeşt, Merîwan, Kamyaran, Ruwanser û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê şandiye.

Hate diyarkirin ku tevger û bicihkirina hêzên Artêşa Pasdaran li baregehên leşkerî û ewlehiyê yên li van navçeyan di rêjeyek berçav de zêde bûye.

Rêxistinê da zanîn ku erka sereke ya van hêzan çavdêrîkirin û êrişkirina bi top û droneyan li ser cih û hêzên partiyên Kurd ên muxalîf li sînorên Serdeşt, Merîwan û bilindahiyên Şaho ye.

Li gorî heman daxuyaniyê, ji ber hejmarek endamên Besîc û Artêşa Pasdaran di vê dema dawî de hatine kuştin û birîndarkirin, bicihkirina hêzên leşkerî hatiye zêdekirin.