Li Kobanê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi şahiyeke girseyî salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya 48’emîn hate pîrozkirin.

27 mijdar, 2026   15:21
KOBANÊ

Di şahiyê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şêniyên bajêr amade bûn. Navenda Çandê bi al û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê ya di dîroka têkoşîna gelê Kurd de û destkeftiyên ku di encama berxwedanê de hatine bidestxistin. Rûken Ehmed di destpêkê de ev roj li Rêber Abdullah Ocalan û li malbatên şehîdan pîroz kir.

Rûken Ehmed got: "Îro em PKK'ê wek jiyan û nasnameya xwe dibînin. Her çi qas PKK'ê xwe fesih kiribe jî lê ew ê her tim bi hemû wateya xwe di nava me hemûyan de zindî bimîne. Rêber Apo di salên 1970'yî de bi 7 kesan dest pê kir, lê îro civakeke demokratîk ava kiriye da ku em wek Kurd di nava cîhanê de bi nasname û azadiya xwe bijîn. Ji bo ku em bibin civakeke azad, em ê li ber xwe bidin. Çawa ku Rêber Apo zindana Îmraliyê kir mala berxwedanê, em ê jî li ser wê bingehê li ber xwe bidin û bijîn."

Di berdewama şahiyê de komên muzîkê û govendê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin. Beşdaran jî bi gerandina govendê pîrozbahî bi dawî kir.

(so)

ANHA