Kongra Star: Di alvegera cejna vejînê de girîngiya têkoşîna jinan derdikeve holê

Kongra Star 48`mîn salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kir û banga yêkitiya netewî û bilindkirina têkoşîna jinan a dîrokî a nasname, îrade û jiyaneke azad kir.

Kongra Star: Di alvegera cejna vejînê de girîngiya têkoşîna jinan derdikeve holê
27 mijdar, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Kordînasyona Kongra Star bi boneya 48`mîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdisatan PKK`ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Di alvegera 48`an a cejna vejînê de, beriya her tiştî em şehîdên nemir ên di oxira doza azadî û wekheviya gelê xwe de xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em cejna vejînê li Rêber Apo, li tevahî gelê Kurdistanî û jinên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin û dayîkên şehîdan pîroz dikin.  

Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê li tevahî salên şoreşê de eger ji hêla îradebûyîn, azadbûyîn, mafê wekheviyê qezençkirinê û tevahî civakêde xwedî roleke girîng bûyîn derketibe ev bi saya nirxên ku PKK avakiriye çêbûye. Bi vê zanist û baweriyê heta niha em kar û xebat dimeşînin.  Felsefeya Rêber Apo ya  azadîxwaziya jinê di tevahî jiyana jinê de guhertinên şênber û balkêş derxistin holê. Jin ji hêla kirdebûyîn û xwebûnê de merheleyeke girîng û pêngavên şoreşgerane pêk anî. Tevahî cîhan jî bû şahidê jina Kurd ku çawa di hemû aliyên jiyanê de weke leşkerî, siyasî, dîplomasî, civakî cihê xwe di asta wekhev de girt. İiro jî em li ser vê bîr û baweriyê dimeşin û di pêşengtiya jinan de li Rojava û Sûrî bandora xwe didomîne. Li hemberê krîz û qeyrana ku li herêma me tê sepandin têkoşîna me a azadiyê ji bo ku jiyaneke azadîxqaz û demokratîk înşa bike ji tecrûbeyên 48 salan feyde digire û îro jî rola xwe a pêşeng diparêze.

Em bi vesîleya 48. A cejna vejînê careke din girîngiya têkoşîna jinan a dîrokî a nasname, îrade û jiyaneke azad derdikeve holê.

 Ji bo jinên Kurdan wateya vê tarîxê ewe ku soza xwe, nasnameya xwe, keda xwe û îradeya xwe ji nû ve bigire dest û di çerçeveya perspektîfa Rêber Apo a pêvajoya aşitî û siyaseta demokratîk de veguhertina xwe û civakê ji nûve bigire dest.

 Dîsa em bi vesîleya vê rojê banga girîngiya ruhê yêkitiya netewî jî dikin ku ji bo Kurdistaneke yek perçe, fikir û iradeya azad emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di vê çerçeveyê de li hemberê xeteriyên destkeftiyên gelê Kurd, pêwîstî hîn zêdetir karkirinê heye. Ji bo ku em xwedî li nirxên xwe derbikevin bi rihê netewî tevbigerin em bang li jinên Kurdistanî dikin ku em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.

Pêvajoya civaka demokratîk weke ku li hemû qadên ku Kurt lê jiyan dikin dimeşe wê li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo gelê me qezencên mezin bi xwere bîne. Weke Kongra Star jî em soz didin ku bi şêwazeke aktîf em di vê pêvajoyêde kar û xebat bikin û layiqê nirxên şehîdan û PKK avakirî bibin. Em dubare 48. Têkoşîna azadiyê li  gelê me û tevahî gelên heremê pîroz dikin. "

(k)

ANHA